fîraz murad : Helbest.xwîn
2014-09-24
Hemî xwîna teye kurdo
Bivî rengî ti bes bake
Hetanî kengî tê bin dest
Bimênê rabe dil şake
Liser pişta te hin bûn mîr
Kewî dil min de xweş bak
Hilêne perdeyê reş tû
Şahiye bo xwe peydake
Ti şahê warê kurdayî
Sê taca tevlî çarake
Neke êvar li xwe kurdo
Bext li xwe tû hilweşake
Ti taristanî him rojî
Ti av û pêtî çirake
Zer renge rûkê mi kurdo
Mi tirsa dîn û zihak
Ti jî wek milletê dunya
Evîna war tû buhak
Te jîr û zane pir zehfin
Silavê min li leylake
Li qasimlo li barzanî
Li warê şêx seyîd wake
Li qadî û li şêx maşûq
Dilêr û her li şêrake
Were bêne ciwanên xwe
Liser baskê du teyrake
Birûmet yan emê jîn kin
Bi şadî yan xwe can dake
Helbest.fîraz murad