علي جل آغا : HÊLAN

Hewar dikim raperîna sirûştê 
Niyaziyê li gelawêjê dikim
Radijim zinareke mezin
Biqasî gerdûnê bi werezî
Vepirsînê lêdikim
Tu vexwestiyî ji hêla xwedayê
Rojê ve
Serûberê samanê sermeste
Semaya sawîrê dike
Rewşen biwe ramyar û jiyanê
Radestî TOTO dike
Dibêjin piştevaniya pîlanê pêkanîne
Ma sermiyan serdema serfiraziyê ye ?
Xemlîna xedariyê ewe ku xelatên
Xişmê bi bişkivin bê werêc li
Rewşeke zîba
Zagona xwedayî xinzî li hestên zîz kir
Bi ziretî helbesteke zirtone bi
Zimandarî weşand
Dinav zindîwerên zeviya deryayê de
Da ku şepêla tawanbariyê bibe
Qeyraneke nûjen
Rûbar û solav bûne çemên 
Dexseke kûr û herikîn.!!!!
Bavê derax : 21/7/2014