كريمة رشكو : Dîtina Xwedan

Rojekê 
Ez û xwedan emê hev bibînin
Ezê rastiyê jê re bêjim
Te alîkariya me nekir 
Tu li me xwedî derneket 
Te çima alîkarî nekir xwedan ?
Navê te dizîn 
Te nebihîst ?
Çima bêdengiya te ?
Sedem çi bûn ?
Ezê derfetê bidim wî 
Ta ku bersiva min bide 
Pişt re 
Ezê herim ba pakrewanan 
Ezê lêburînê ji wan bixwazim 
Bi navê yezdan 
Ezê li ber serê wan rûnim 
Bigrîm ..ezê pir bigrîm 
Ta mirinê ezê bigrìm 
Ta ku ez gunehê asîman bişom .