fîraz murad : Milletê min

Werin hildin lijorve ala welat
Divê rizgar bibê bulbul ji qeyda
Milet rabe liser bextê xwe rûne
Mît û koledarî qet nakê feyda
Bilez êşa ji canê xwe derêne
Mîkropên teres li te bûne peyde
Îro warê te wek bulbul dibakê
Binalînî bi êşe ew bi xeyde
Neke go neyar liser te bilîzê
Bêje dijmin birev here bi wêde
Bised dengî di her tiştîde bêjin
Bes yek canbe cîhan tev yê dêpey te
       Helbestvan:fîraz murad