كوفان كنعو - Ma ne bû wextê serê bana

Ez û pîrê bê cih mane
 
Heme ti dibê zivistane
 
Gih ti di bê kanûne û
 
Gih ti dibê berfe û barane
 
Carna ti dibê sibatoka dine
 
Û ne wex re bo sere bana
 
Do bê jê nûve adare
 
Piştî were tê insane
 
Ez û pîrê bê cih mane
 
Ev cend mihe em rawestane
 
Ma nebû wextê sere bana
 
Xanîkê me ji sê odane
 
Odekek ya kurika ye
 
Odea dî ya qîzika ye
 
Û ya dî kur têde zava ye
 
Ez û pîrê bê cih mane
 
Ma ne bû wextê sere bana
 
Şevê dî em çûn ser bana
 
Stêrik di leyizîn li ezmana
 
Bab lîsokek lime rabû
 
Baran barî ji ezmana
 
Em herdû dîse bê şens mane
 
Me bazda xwar û em bê deng mane
 
Ez û pîrê bê cih mane
 
Ma nebû wextêserê bana
 
Ez pîrê difikirine emê ker pica birin
 
Mirdiyaq û tîra kirin hostakî ji xwere girin
 
Ji ber em herdû bê cih mane
 
Pîrê ma hê jî zivistane
 
Va bû wextê sere bana
 
Guh need zaroka û ne gundiya û ne cîrana
 
Va oda minû te avabû
 
Em bi serû dilê xwe mane
 
Îdî ne xema me ne havîne û ne zivistane