Narîn Omer : kurdo bêje

*-polat nerm dibê û yasaya heseniyê  li bejna xwe  dikêû hêjî Kurdo dibêjê:
ezim ew kurdê serk hişk û hesin.
*-rojhelat bi ramûsanan xatira ji rojava dixwazê, piştî tav hêdî hêdî bero lana xwe diçê û ji nûve kurdo hişyar dibê û bang dikê:
Hey hoo, dem û dewran di destê min de ye û ezim mîrê çaxan.
*-Kerwanê mirovan kar û barê xwe pêktînin û netew perwer û niştecî mafê xwe werdigir û hêjî kurdo tozê ji xwe diweşînê û qîr dikê:
Ezim netewperwerê yekemîn di dîroka mirovaniyê de.
*-Hemî jîndar çeng û peran di afirînin û hefsarê Zemîn û Asîman bi tiliyên xwe ve girê didin û hê kurdo distirînê:
Bi serê bapîr û pîrika min "Ebasê Fernas" kurd kurê kurda ye.