Ronî ELÎ : Gora evînê

Ger tu hatî serdana dilê min
Henarên sînga xwe
Di buxça penaberiyê de
Veneşêre
Û lêvên xwe
Bi ti kanî û gulavan neke
Ji ber ku
Bi hêviya dîdariya hembêza te
Min sînorên mirnê
Di zeviyên welatekî tawanbar de
Ji dil veqetan din
Û li benda çirûska çavên te
Bûme dergevanê xunçeyên biharan
Lê ticarî 
Nikanim bibim
Parsekciyê ramûsanên te

Ger tu hatî serdana gora min
Çêrokên evînê 
Di Guhên min de
Ne qefilîne
Û li ser kevirê serê min
Ti dîrokan ji mirinê re 
Ne nivisîne
Çimkî
Ji roja roj de
Kuştiyê Çavên te me
Û di hevsarê tewla jiyan û mirinê de
Girêdayî tik tika dilê te me
Min nehêle û min bihêle
Lê dimînim
Di koşeya gora evîna xwe de
Omîdewarê hila sînga te me

14-4-2014