كوفان كنعو : ey dar gula meyi rengîn‎

Ey dar gula meyi rengîn
Reng ji te Çû bûye jîn
Miskû ember tim ji te
Buhar cîhan bite Şêrîn
Gelkî kûrbûne rayê te
Pel gihan ezmanê Şîn
Li dinyayê bû Şewqa te
Hewîr dorête bû zêrîn
Em nêzîk bûne ji te
Tu rindika ne barîn
Sitriya jêkim jidorate
Şûnde deynim darê Şîn
Ava Çêm bigihênim te
Gerim liser te qet nemîn
Heger xilasbû avate
Emê te avdin bi xwîn
Zordar qut bê ji bêhnate
Ew wê bêhnê hew dibîn
Cîhanê geş bê bite
Wa dar gula meyi rengîn
Kovan
كوفان كنعو 1984 ماشوق