روني علي : Hestên li ber Baranê

Ronî ELÎ
Li gora hestên te
Min ramûsanên sebehê
Di quncikên lêvên te de
Veşartin
Û qizqiza sînga xwe
Li bin sîbera guliyên te
Bi naziyên te re
kirin heval

Li gora şêriniya dilê te
Min Çîçekên buharan
Di keziyên te de
Daçikan din
Da bi êvaran re
Di zozanên te de
Bi Şivanê xewn
Û Pepûlekên sawirên te bim

Li gora kenê te
Min Çivîkên daristanan
Li baxçê xwe
Dicivandin
Ji ber ku
Berî lêvên te bibînim
Di xewnên xwe de
Min ew
Bi maçikan dinoşan din

Li gora Çavên te
Min Çavên xwe
Bi desmala pêşwaziyê
Veşartin û damirtin
Çimkî bi tirsim
Ku tîrêjên şeydê
Di qurmê giyanê min de
Bahoza wêranê li dar xin

8-3-2014