Ezîz Xemcivîn : Li Asmanê te difirim

 Li Asmanê te difirim...
Li Şax û Hêlînekê digerim...
Li çavên te dinerim,
dikevim bin sîtava dilê te yî mezin...
Bila li bin wê sîberê destê min bigihê destê te.
Bila gul bi gul rehên me evînê geş bikin.
Şivanê bejna hezkirina te bim.
Bila di bin ewrên ewê hêviyê de şil bibim...

01.03.2014
Ezîz Xemcivîn