كوفان كنعو : Ax ji bextê dinyaê

Wexto ti çi wextî dilê min dikelê û dikelê

Divim agirê dilê min bivemirê

Divim têhnamin bişikê

Rêkame dirêje tişî stirîne

Kul û derd pirdibin

Dil biteveye û bi welatveye

Evîna rast sewqate ya rojeye bêhnate ya biharê ye

Rengête jirengê gulaye

Ti xewnî û xeyalî ka ew wext ma ev çi wexte

Lê çima em ji hev dûrin

Dûri te û welatim

Rengê min bû ye rengê payizê

Pelê daramin di wesê

Ax wexto te em ji hev dizîn

Ez bûme weke evdala

Ez pîr bûme mîna kalê heftê salî

Çima wexto te em ji hev qut kirin

.Te ez hstim bê dost û heval

Ax dinyayê go ti vegerê weke berê

ken liser levê min ne maye

Dil sikestiye hêstir jicava dibarin

Vî wextî em jihev dizîn ma em ci bikin

Dilê me bû kanya kul û derda

Em bû ne palê xema gelo ma hêviyê me ji binî qut bun

Ma windabûn

Wexto ez li bextê teme bila em car di bigihin hev

Ax ji bextê dinyayê

Kilîta mala min windabu

Wext guhert sitrî li herderî ne

welat bû dû û duman

Ez çi bêjimû çi ne bêjim

Wext dev jime berdaye

nikarim yaraxwe û welatê xwe jibîrkim

Çawe em bi bin penaber

kengi emê lev bicivin

Kengi emê bine weke her mirova

Û ji bextê reş azadbin