Xalê min şêx Maşûq, birayê min Mihemed Wey

رد واحد [اخر رد]
User offline. Last seen 17 سنة 41 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 28/05/2006

Xalê min şêx Maşûq, birayê min Mihemed Weyso

Ferhad Ehmê

Nuha ku ez pêrgî xwîna we dibim,
Xalo,
Keko,
Dilê xwe yê bi xunava giyanê miletekî sêdarkirî stirayî li ber piyên we radixînim..
Nuha we stêr û gerdûnan bilêv dikim û dilê xwe ji piyên we re bi berbû û xêlî dikim..
Xwîna we tavên baraneke bengîn li biyabanên beyhûdeyiya me dibarîne...

**
Destê kekê min bernede xalo, lêvên wî fêrî hûnandina zimanê Qurana nimêja sibeha te nebûne...
destê wî bernede û ji meya kevnar ya işqa xwe bi ser bişirîna birînên laşê wî yê reyhan de birijîne...
Mihemedê min şermîn e xaloo...
Mihemedê min piyalek mîna lêvên te bengîn e xaloo,
wî li biyabanan nêçîra xewnên hov ên zalim û kedxwaran nehêle xaloo..

Em çel melyon hawar in xalo...
çel melyon birînên neaxaftî di cegerê sirûda kenê pirtûka te ya pêşwext in..

Min bi sîtava ximava wêrek ya pelên tîrêjên mizgefta işqa xwe biguvêşe, da çîrokê ji te û kekê xwe re binehwirînim...
Em zarokên taxê ne..
Li hêviya siya berçavka te dimînin xalo can...

Ferhad xalo.. Ferhadê hîn berî te bi gav û serhildanekê çêjna seferbelika destên xwînmijan dîtibû, îsal ku sînorên mirinê te ji bidarvekirina dastana koça wî dibirin,
sirûda wî bê awaz,
gula wî bê gulav
û Nesrîna wî bê lorîna kesk û sor û zer dima..

Diya min... xwîşka te ye xaloo
Hewşa mala me dikir bişrînek...

Xalê min şêx Beşîr... xaloo
Di rojiya mehan de.. li hêviya reşê “ereq –sûsa” wî dimînim... firekê dide min, dilop bi dilop rojiya bavê xwe pê bidawî dikim...

Ez zarok im xaloo..
Pêpelûk bi pêpelûk bi incîla te ve hildiperikim..
De min laliş bi laliş, tewrat bi tewart û newroz bi newroz ji çel melyon dilopên xwîna xwe ya jiyanbarîn re bilêv bike û min tifeke derya-mezin di serûçavên qatilan de biçîne, xalooo..

***
Ez ê çawa gulava xewnên te yên brîndar binoşim birayê min...
Mihemedê min,
Tu xewn û xewn
gelawêj û gelawêj dinuqutî biskên şeva min
De ka bêje min kekê min... dê çawa te di xeyalên neqaş û nîgarkêşan de mohrek rengîn bibêjim....
bêje min û min çel milyon buhar li peravên bêbextiya lal a gornebaşên gewdeyên hevirmêşî yên xewnên dayik û birayên min bêhn bike
bibişkivîne
û gulîstan û derya bihejmêre .

Şkestî, lê giyan hîn aşiq û bengîn têm dîwana te....

Ez ê rihê xwe tîp bi tîp û henas bi henas bi bêgunehiya birîna te û çavnêriya hezar û yek yarên te yên kurd ên bengîn û omîdgerm binoşim..

***

Gustîlkên we bi ser zimanê xwe ê li ber sirûda we lal de dinuqutînim û li ber siya gunehên xwe ve xilmaş dibim, da we dîsan di xewna xwe de tewaf bikim...

---------------------------------------------------
Mihemed Weyso: Xortek kurd ji Kobanê bû. Di 19 saliya xwe de, jiber ku kurd bû di dema qedandina leşkeriya Sûriyê de ji hêla efser û serbazên ereb ve ta mirinê hate işkencekirin.


User offline. Last seen 16 سنة 25 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 10/08/2006

ووووووووووووااااااااااااووووووووووووو