Li DYA yê qehwexaneyek bi xebatakarên nîv tazî dest bi xebat

لا يوجد ردود
User offline. Last seen 14 سنة 23 اسبوع ago. Offline
مشترك منذ تاريخ: 22/05/2008

AVESTA - Li gundê Vassalboro ya wîlayeta Maine qehwexaneyek nû vebû, xebatkarên qehewxaneyê (jin û mêr) bi sîngên tazî xizmeta mêvanan dikin. Vekirina qehwexaneya Grand View Topless Coffee Shop li Vassalboro rastî nerazîbûnên gundiyan hatibu, lê polîs dibêje ku qehewexaneya nû hemû şertên qanûnî pêk aniye.

Li ser deriya qehwexaneyê hatiye nivîsandin: “Derbasbûna yên bin 18 salî qedexe ye” her wiha agahdariyên din hene: “Kişandina wêneyan qedexe ye, destavêtin qedexe ye, tenê em pereyan dipejrînin”.

Xwediyê qehwexaniyê di derbarê serkeftina xebata xwe de dibêje: “Ez dizanim ku xelk ji tazîbûnê hezdikin, vexwerina qehwê jî ji gellek kesan re pêdiviyeke mezin e. Belam eger min qewexaneyeke normal vekiriba, minê di aynî heftê de bêkar bimama”.

Amadekar: Zinar Ala