Sersala Kurdî

2007-03-29

Narîn Metînî Newroz roniya yazdane û xewna kurdîye ya ku Kawayê hesinkar afirandiye  ji berî hezarê salan , dema Ezdehakê sitemkar kuşt di zivistana xwînêde û agirê Azadiyê vêxist ji tariya dû dirêjde .Lewra jî Newroz bûye cejna kurdî û cejna buhara serfiras .Newroz roja Azadiyêye diçirisîn li ser kurdan û keskesorê esmanê kurdistan derdixîne , cîhana şêrîn bi şînkaiyê keskbûye û xwe  nexişandiye bi kulîlkên sor û zer .Newroz roniya yazdane û xewna kurdîye ya ku Kawayê hesinkar afirandiye  ji berî hezarê salan , dema Ezdehakê sitemkar kuşt di zivistana xwînêde û agirê Azadiyê vêxist ji tariya dû dirêjde .Lewra jî Newroz bûye cejna kurdî û cejna buhara serfiras .Newroz roja Azadiyêye diçirisîn li ser kurdan û keskesorê esmanê kurdistan derdixîne , cîhana şêrîn bi şînkaiyê keskbûye û xwe  nexişandiye bi kulîlkên sor û zer .Li ber bayê şahiyê ciwanan ala rengîn hilgirtiye û jinan xwe xemilandine bi kincên Mîdî û Mîtanî û gelê kurd her bextiyare di şadîmana sersalêde .Lê belê komên kurdî nameyên hêviyê di şînin û şanûgeriyên  tracîdî ji êş û janên xwe rêdikin û sitranên netewî û dîlanên filiklorî pêşkêşdikin bivîrengî miletê kurd bandike bi kel germî û dibêje Kurdistan ….. Kurdistan , herwiha roj dere ava dîsa tarî derbû û belabû .Lê kurdan li herçar parçê kurdistan pîrozkirin û pêncî milyon yelmûmên evînê vêxistin ji agirê Newrozê û sirûda ey reqîb xwendin .Belê … gelî xwendevanan em sersala xwe pîroz dikin û hêvîdarim ku em herdem xewnevan bin dako bijîn di kurdistana xewnerojênde .narinmetini@yahoo.com



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.