اللجنة التحضيرية لمهرجان الشعر الكوردي الحادي و العشرين تعلن استقبال القصائد

أعلنت اللجنة التحضيرية لمهرجان الشعر الكوردي الحادي و العشرين عن بدء استقبالها القصائد من الشعراء الراغبين في المشاركة بالمهرجان لغاية 20 / 10 و ذلك في اجتماعها المنعقد في قامشلو بتاريخ الخميس 29 / 9 / 2016 .
 
و تهيب اللجنة التحضيرية بالشعراء إرسال موادهم في الفترة المحددة على أن تكون المواد قصيرة قدر الإمكان و حديثة و معبرة عن التنوع و المستوى الفني و الإبداعي للشعر الكوردي في سورية ..
 
و الجدير بالذكر أن المواد تستقبل من قبل صفحة المهرجان ( Mehrecana Helbesta Kurdî ) 
و عن طريق أعضاء اللجنة التحضيرية في مختلف مناطق تواجدهم .
 
و الجدير ذكره أن اللجنة التحضيرية لمهرجان الشعر الكردي لجنة مستقلة تسعى إلى إحياء وتطوير الشعر الكوردي في سورية , و تعمل على إقامة المهرجان بشكل دوري على الرغم من العراقيل و الصعوبات التي تعرضت لها خلال سنوات الاستبداد ..
 
اللجنة التحضيرية لمهرجان الشعر الكوردي في سوريا
 
Komîta Amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 21emîn Dest Bi Wergirtina Helbestan Dike
Komîta Amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 21emîn, piştî civîna xwe ya roja pêncşembê 29/9/2016 li Qamişlo , radigihîne ku wê dest bi pêşwazî û wergirtina helbestên helbestvanên dixwazin beşdariyê di Mehrecanê de bikin kiriye, û wê ew pêşwazî û wergirtina helbestan heta 20/10/2016 berdewam be.
Û Komîta Amadekar hêvî ji helbetvanên hêja dike ku berhemên xwe di dema destnîşankirî de bişînin, û wê çêtir be ku ew berhem ne pir dirêj bin, û dûrî nerînên tengrew bin, û astek bilind ji helbesta kurdî li Sûriyê re diyar bikin.
Hêjayî bîranînê ye ku wê berhem bên pêşwazîkirin û wergirtin li ser malpera Mehrecanê, her weha ji hêla endamên Komîta Amadekar, her yekî li devera ku lê ye.
Tê zanîn ku Komîta Amadekar ya Mehrecanê, komîtek serbixwe ye, armanca wê vejandin û pêşdebirina helbesta kurdî ye, û wê her xwe berdewam dîtiye di lidarxistina vê Mehrecanê de, tevî hemî astengiyên jê re dihatin danîn di salên stemkariyê de.
Komîta Amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê
 
Lînkê malpera mehrecanê: