Heger du Kurdan bi kîn şerê hev kirin Şermezarî ji yê serkeftî û binkeftî ra ye

2016-09-03

Heger kesek xwediyê pirojeyeka neteweyî-niştîmanî yan jî ayînî be, xema wî pêş her tiştî ewe ku alîgirên wî xwediyên rêzeka yekgirtî bin, û bi ti awayî rê nede - sedem çi dibin bila bibin -  ku nakokiyên hundirîn pêkwerin, tund û guř bibin. Rêveberê pirojeyeka wisa hişmende, bûyeran pêş pêkhatina wan nasdike, û baş dizane ku ew nakokî fireh û pahn dibin, pir dibin û dibin dijberî. Bi dijberiyan ra jî têkçûn destpêdike.
 
Helbet nayê veşartin ku Misilmantî pirojeyeka ayînî bû, û armanca wê cîhanî-tevayî bû. Ji ber wê jî, pêximber Muhemed (rêveberê pirojeya îslamî) bala xwe pir li ser yekîtiya rêza Misilmanan bû. Ji bilî ayetên qur'anî ku doza yekîtiyê dikin û nakokiyan şermezar dikin wek ayeta: "Hemû bi benê Xweda bigirin û ji hev belav nebin" {واعْتصِموا بحَبل الله جميعاً ولا تَفَرَّقُوا} (sûreyê Alî Omran, ayet 103), pêximber Muhemed di axaftinên (ĥedîsên) xwe da jî pir li ser metirsiya nakokiyên hundirîn rawestiyaye û derbarê her du Misilmanên ku li dijî hev bin û şerê hev dikin gotiye ku çarenûsa wan dojehe; wî gotiye: "Heger du Misilman bi şûrên xwe li dij hev şerkirin, yê kujer û yê ku hatiye kuştin dikevin agir". Gotin ey pêximberê Xweda: "Ev kujere, lê çima yê ku hatiye kuştin?!". Got: "Wî jî dixwast ku yê hember xwe bikuje". (Al Boxarî û Muslim gotine).
"إذا التقى المُسلِمان بسيفَيهما فالقاتلُ والمقتولُ في النّار. فقيل: يا رسولَ الله، هذا القاتل، فما بالُ المقتول؟! قال: إنه كان حريصاً على قتل صاحبه" (رواه البُخاري ومُسلِم.(
 
Em Kurd jî neteweyeka bindestin û welatê me dagîrkirî ye. Bobelat li pey hev her demekê tên serê me, me tevan didin ber lehiyê û kesek sax namîne. Bi her bobelatekê ra ji wir û wir va qêrîna "Hawar! Werin di bextê me" bilind dibe û kesek jî alîkariya me nake; hawarên me dibin stranên xemgîn, dibin destanên axîn, kovan û keseran. Em bi wan hinekê dilê xwe aram dikin, ji nifşekî derbas yê din dibin. Madem rewşa me eve, diviyabû em jî xwediyên pirojeyeka neteweyî-niştîmanî, mirovatî-suryalî-xunfişarî (çi navî lêdikin bikin) bana, pirsgirêk ne di navan da ye, madem armanca me (rizgarkirin û yekkirina Kurdistanê) ye.
 
Belê, em Kurd diviyabûn xwediyên pirojeyeka kurdistanî rizgarî bûna û me bizav bikira, em dewleta Kurdistan ava bikin. Ne ji ber wê yekê ku dewlet wek modeyekê ye û nabe ku em li şûn modeyê bimînin. Na nexêr, ji ber ku di sedsalên 19-an û 20-an da û niha jî bi dehan bûyer pêkhatin, û piştrast dikin ku pêwîstiya me bi dewletekê heye. Ji ber ku hebûna me wek netewe di bin gefê da ye. Ne tenha rûmeta me ya neteweyî, lê belê rûmeta me ya mirovaytî jî di her demekê da tê binpêkirin.
 
Başe, madem parastina hebûna me wek netewe, me neçar dike ku em xwediyên pirojeyeka rizgarî kurdistanî bin, hîngê divêt em hesabê xwe bikin ku pêwîstiya pêkanîna pirojeyeka wisa bi wê yekê heye ku rêza me yekgirtî be, û em di warê raman, helwest û pêkanînê da yekdeng bin. Heger ne wisa be, hîngê em keda xwe vala berdidin û nirxa xwîna cangoriyên xwe nizanin; em bi duwaroja nifşên xwe dilîzin û wan ji dagîrkeran ra dikin raw û nêçîreka asan (bobelata Şengalê hên di bîra me da zindî ye).
 
Heger hat û me biryar da ku em êdî naxwazin bindest bimînin, û em dixwazin di çarçewa pirojeyeka rizgarî kurdistanî da kar bikin, em hebûna xwe, nasnameya xwe û rûmeta xwe biparêzin, hîngê pêwîste em jî bêjin: Heger du Kurd bi ezeziya xwe, bi ayînên xwe, bi olên xwe, bi partiyên xwe, bi şopên xwe, bi serokên xwe şerê hev kirin, ne ji hişmendiyê ye û ne jî ji berjewendiyê ye ku em zûka ji hev bipijiqin; em di destê filan alî yan bêhvan alî da nebin Remote Control ku me virda û wêda bajon. Ne ji hişmendî û berjewendiya me ye ku em zûka dikevin çeper û sengeran li dijî filan û bêhvan kurdî û em dest bi tawanbarî, sûcavêtin û îxanetkirina yê din bikin, û wisa dilê dijminên xwe şabikin ku li benda wê yekê ne.
 
Hişmendî û berjewendî ewe, ku em di rewşeka wisa da di destpêkê da herdiyan sucdar bikin, agir guř nekin û rê nedin xwediyên sergerm, debeng û ehmeq û xizmetkarên dijmin. Heya ji me tê, em agir vemirînin û em li rê û çareseriya sedemên bingehîn bigerin ku van nakokiyan peyda dikin. Divêt em çareserkirina van pirsgirêkan têxin destê hin hişmendên me (rihsipî), xwediyên serborî ku bikaribin sedeman nasbikin, çareyan bibînin û herdu aliyan nêzî hev bikin.
 
Ji min va wisa tê xuyakirin ku ya rast eve. Ji bilî vê kavilkirin û têkçûne û xizmeteka ceba ji bo dagîrkerên Kurdistanê ye. Emê li benda wê rojê bin ku Xwedayê dilovan û mihirvan hin hişmendan bide me, yên ku bala wan li ser yekkirina rêza kurdî be û rê li ber nakokî û dijberiyan bigirin û here kêm wan sivik bikin. Bila durişma me ev be: "Heger du Kurdan bi kîn şerê hev kirin, şermezarî ye ji yê serkeftî û binkeftî ra". Û heger gotin: Ey Xweda! Evê serkeftî! Çima yê binkeftî?. Bila bêjin: "Ji ber ku wî jî dixwast yê hember xwe têkbibira".
 
Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan rizgar bibe!
 
 
Duşem, 15.08.2016