Xelek - 42 Şopên (Hûrî / Xûrî) di kelepora kurdî da Beşê duwem - bakur û rojavayê Kurdistanê
2016-01-14
Kelepora gelan beşek ji nasnameya wane. Di bin bandora hin rewş û nîrên siyasî çandî zor û zehmet da dibe ku hin tişt ji wê keleporê wenda bibin, lê hin tişt jî - tevî guhartin û tewandina wan - dîsa aşkere û diyar dimînin. Rewşa nav û têgîna
(Ĥûr = Hûr = Hor = Xûr = Sûr) bi şêwaz û maneyên xwe yên ayînî û nijadî jî bi vî awayî ye. Hin tişt jê di kelepora kurdî da heya niha jî mane. Me hin şopên wê di kelepora rojhilat û başûrê Kurdistanê da pêşkêş kirin û niha jî emê hin şopên wê di kelepora bakur û rojavayê Kurdistanê da bînin ber çavan.
Yekem - di kelepora bakurê Kurdistanê da:
• Oraman: Navê êleka kurdî ye li nêziya bajarê Oraman, li rojhilatê herêma Hekarî ya bakurê Kurdistanê dimîne. Gelek diyare ku navê vê êlê ji du beşan pêktê ku ew jî evin (Oram = Horam = Hûram = Hûrem = Xûrem) bi maneya (roj / xwedayê rojê) û beşê (an) ku nîşana gelejmariyê di zimanê kurdî da ye.
• Ûrfa: Niha bi zimanê turkî jêra (Şanliurfa) dibêjin; yanê Ûrfaya şanîdar, Ûrfaya serberz. Hin caran jî dibêjin (bajarê pêximberan). Ev bajar di nawenda erdnîgariya hûrî da ye. Bi zimanê suryanî jêra dibêjin (Ûrhê) yan jî (Ûrhay). Bi erebî jêra gotine (Ruha / El Ruha). Peywendiya van hemû şêwazan bi peyva (Ûr = Hûr = Hor = Xûr) ra heye. Bi zimanê latînî ji Ûrfayê ra Edessa dibêjin. Heya niha jî ev şar nawenda parêzgeha Ûrfayê ye.
(şûna Ûrfayê di nexşeya Turkiya niha da)
• Haran (Ĥeřan) (حَران): Navê xwe bi erebî wisa ye û bi înglîzî (Haran) tê nivîsandin. Ev şar bi 44 km li başûr-rojhilatê Ûrfayê, li nêziya kaniyên çemê Belîx dikeve. Ev şarekî hûrî pir kevine; dîroka wî here kêm vedigere çarîkê dawîn yê hezarsala sêhem b.z. Ev şar li ser rêya bazirganiyê ya sereke ye ku Mêzopotamiya bi Anatoliyayê û Sûriyayê va girêdide. Dema ku Madan û Keldanan bi hev ra sala 612-an b.z. emperatoriya Aşûr roxandin, bajarê Ĥeřanê bû para padîşahiya keldanî. Di pey ra padîşahê Madan ya dawîn Ezdehak ew vegerand û da ser emperatoriya Madan.
Ĥeřan li ba Yûnanan (Girekan) bi navê (Karan) hate naskirin û li ba Roman jî bi navê (Kariya). Peywendiya van hemû navan bi navê (Ĥûr, Ĥûran, Hûr, Hor, Hûran, Horan, Har, Kar) ra heye. Helbet diyare ku dengê (Ĥ) (ح)di zimanên ariyanî da, her wisa di kurdî da jî nîne. Ji lew ra, navê (Ĥeřan) ji navê (Haran) ku ew jî ji navê (Hûran) hatiye guhartin; yanê (Hûriyan, Horiyan) ku tê maneya (warê Hûriyan). Di erdnîgariya kurdî da nimûne pirin ku navê cih li gor navê hoz û êla ku li wir dimîne ye. Wek nimûne em dikarin (Loristan, Soran, Barzan, Şêxan, Şêrewan, çiyayên Bextiyaran, çiyayên Hekariyan) û hwd. bi nav bikin.
• Hormik: Navê êleka kurdî li bakurê Kurdistanê ye, ayîna wê elewîtî ye (yarsanî, kakayî). Vê êlê li gel êla Lolan ya kurdî elewî di destpêka sedsala bîstan da li dijî Dewleta Osmanî serî hilda. Hin rêveberên alayên Hemîdiye di şikandina vê şoreşê da beşdar bûn û serekên wan kuştin. Rêveberên van alayên Hemîdiye ji kurdên sunnî bûn. Yek ji wan efser Xalid Cebran bû. Ji lew ra, dema ku şoreşa 1925-an bi rêveberiya Şêx Seîd destpêkir, ev herdu êl ji ber kîna wan derbarê alayên Hemîdiye beşdarî şoreşê nebûn û li dij rawestiyan.
Duwem - di kelepora rojavayê Kurdistanê da:
• Ûrzelk (Ûrzelik): Navê dareka biçûke, di biharê da şîn dide û di havîn û payîzê da kesk dimîne. Berê vê darê gilover û biçûke. Dayîk û dapîrên me ew dicivandin, hişk dikirin û ji wan ev tora (ûrzelik) durist dikirin. Awayê wê wisa ye ku jora wê sêkoşe ye û jêra wê çarkoşe ye. Ev (ûrzelik) bi dîwarê malê va dihate daleqandin. Li herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) hema li her malekê hebû. Dirûvê wê dişibihe kesê xaçkirî.
(tora ûrzelik)
Wisa tê xuyakirin ku daleqandina ûrzelikê di hundirê malan da semboleka ayînî ye daku mal çavînî nebe. Wek ku hevjiyîna min dibêje: Dema ku zarokek pir dişeridî, xwediyan bawer dikir ku ew çavînî bûye. Radibûn agirek dadidan, mistek ji libên ûrzelika hişkkirî davêtin nava agir û zarok di ser dûmanê agir ra sê caran digerandin daku ji çavên dexsok sax bibe.
Bi herhal, navê (ûrzelik) ji sê beşan pêkhatiye (ûr + zel + ik). Beşê (ûr = hûr = xûr) û beşê (zel = zer = zerd) rengê zere û beşê (ik) bişûkkirina nave. Em bawer dikin ku duristkirina (ûrzelik) peywendiya xwe bi nîşanên ayînî yên kelepora mîtrayî ra heye ku yek ji şaxên yezdaniyê ye û wisa şopên wê di êzdîtî û yarsaniyê (kakayî = elewîtî) da mane.
• Urkish: navê paytextekî Hûriyane û li wir perestgeha xwedayê hûrî (Kumarbi) hebû. Wisa tê bawerkirin ku dîroka vî bajarî vedigere nîvê duwem yê hezarsala sêhem b.z. Ev bajar li derdorên çemê Xabûr dikeve. Herdu arkêologan Van Liere û Hrouda gotine ku şopa vî bajarî li girekî ye li bakurê bajarê Amûdê dikeve. Bi herhal, navê (Ûrkish) ji du beşan pêktê (Ûr = Hûr = Xûr) û (kîş). Dibe ku beşê (kîş) ji peyva (geş) hatibe guhartin. Helbete (geş) tê maneya (bi ronahî, ronak, diçirise). Heger wisa be, hîngê maneya bajarê (Ûrkish) dibe (warê ronahiyê).
(Qesra padîşahî li Ûrkish)
• Xûriz: Navê texlîtekî tiriyê sore (li herêma Efrîn wisa jêra dibêjin: Tiriyê Xûriz). Bala xwe bidin peywendiya rengê sor bi xûr ra. Navê (xûriz) ji elok ra jî dibêjin. Divêt em bêjin ku girîngiyeka (dîk) di kelepora yezdanî da heye û heya niha jî di kelepora êzîdî da bi şêwazê (taw) maye ku hatiye guhartin û bûye (tawûs). Emê di lêkolînên taybetî bi kelepora yezdanî da li ser vê mijarê rawestin.
• Şêx Xûrz: Navê gundekî ser bi navçeya Bilbilê li quncikê bakur-rojhilat yê herêma Efrînê ye. Di wê erdnîgariyê bi xwe da çiyayê (Hawarê) û keleha (Nebî Hûrî) û gora (Nebî Hûrî) heye. Maneya (Şêx Xûrz) tê maneya (şêx şems). Wek tê zanîn (Şêx Şems) yek ji mezinên feriştan di ayîna êzîdî da ye û (Şêx Şemsedîn) navê lawê (Şêx Adî) ye jî.
(gundê Şêx Xûrzê)
• Xûrşîd: Navê mêran li rojavayê Kurdistanê ye û bi herhal li beşên din jî heye. Ev nav ji du beşan pêktê (xûr) bi maneya (roj) û (şîd) bi maneya (tîrêj), yanê (ronahiya rojê).
• Harûnî: Navê êleka kurdî li herêma Cizîrê (rojavayê Kurdistanê) ye; wek ku birêz Kardox Şemikî gotiye. Divêt em bêjin ku navê (Harûn) ne navekî erebî ye. Bi erebî ti maneyê nade. Ev nav ji zimanê ibranî, ji navê (Haran) ku di qur'anê da heye, hatiye erebkirin. Ev navê birayê pêximber Îbrahîme. Peywendiya vî navî bi bajarê (Haran = Hûran = Ĥeřan) ra heye. Dibe ku em li ser vê mijarê di lêkolîneka dahatî da rawestin.
• Hawar: Navê zincîreka çiyayî ye li beşê bakur yê herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn), li rojavayê Kurdistanê. Di jêderên erebî-îslamî da ev nav bi şêwazê (Cebel El Ĥuwar) (جبل الحُوار) hatiye [El Belazurî, vekirina welatan, rûpel 165-166].
(Çiyayê Hawarê)
• Horo: Yan jî (Horîk). Ev navê mêrane li herêma Efrîn; bi taybetî jî li navçeyên nêzî Çiyayê Hawarê û keleha (Nebî Horî). Ji jinan ra jî (Horê, Hûrê) tê gotin. Bi herhal ev nav li herêmên din yên Kurdistanê jî heye.
• Horî (Hûrî): Navê kelahekê li herêma Efrînê ye. Li tenişta wê gora (Nebî Hûrî) heye. Di hin jêderên erebî da jêra gotine (keleha Qurs) (قلعة القُرص). Ev ji şêwazê latînî (Churus) hatiye erebkirin. Em wisa dibînin ku ev nav ji şêwazê (Xûrz = Xûr = Hûr = Hor) hatiye guhartin û tîpa (s) di wergera yûnanî da hatiye ser. Dîraknas Kamil El Xezî (كامل الغَزّي)di pirtûka [Nehir El Zeheb fi tarîx Heleb, 1/289] bi şêwazê (Qours, Qurs) gotiye. Li pirtûka [Ibin El Edim: Buxyet El teleb fi tarîx Heleb, 1/178] binêrin.
(Şopên dika romanî li keleha Nebî Hûrî)
(Gora Nebî Hûrî)
Ev bûn hin nimûne ji kelepora kurdistanî ku di kûraniya xwe da bi navê (Ĥûr, Hûr, Hor, Xûr, Sor) ra bi maneyên xwe yên nijadî û ayînî girêdayî ye. Heger lêkolînerên Kurd di kelepora kurdistanî da li her çar beşên Kurdistanê li van tiştan bigerin, ewê pir nimûneyan bibînin.
Çarşemb, 13.01.2016