Rojava- Navenda Komeleya Faris a Xêrxwaz hat vekirin

2015-06-06

Çelaxe (Rûdaw)- Li Rojavayê Kurdistanê komeleyek hatiye avakirin û rêveberê wê komeleyê dibêje, armanca wan ew e ku giringiyê bi wan kesên xwediyê pêdviyên teybet û nexweş bidin.
 
Di merasîmekê de duhî Navenda Komeleya Faris a Xêrxwaz li bajarokî Çelaxe yê Rojavayê Kurdistanê hate vekirin.
 
Merasîma vekirina wê navendê bi beşdarbûna gelek ji kesayetî û endamên partiyan û rêxistinên kurdî yên siyasî û ciwanan û jinan û gelek ji xelkê wê herêmê yên serbixwe hat vekirin.
 
Kesên beşdarbûyî tekez li ser giringiya sazkirina komeleyên xêrxwazî kirin û ev yek jî vegerandin rewşa dijwar ya jiyana rojana li herêmên kurdî û feqîrî û bilindbûna bihayê xwarinê.
 
Rêvebirê Komeleyê, Mihemmed Şerîf Tehlo ji Rûdawê re ragihand: “Armanca me ji damezirandina vê komeleyê ew e ku em karibin pêdiviyên serekî ji alîkariyên hewarçûnê û yên mirovî ji miletê xwe re pêşkêş bikin, herwiha giringîdan bi wan kesên xwediyê pêdviyên teybet û nexweş û çêkirina gelek projeyên pêşketinê, da ku em karibin rêjeya bêkariyê û barkirina xelkê ji herêmê kêm bikin.”
 
Mihemmed Şerîf Tehlo wiha domand: “Komeleya Faris a Xêrxwaz ne komeleyeke siyasî, partî yan jî êlî ye û karê wê ew e ku alîkariyên mirovî bighîne wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye ji xelkê herêmê ne.”
 
Tehlo tekez kir ku, ew komele li ser navê lawê wê herêmê yê ciwan û welatparêz Hevrêzkarê Giştî yê Tevgera Ciwanên Kurd, Faris Mihemed ku beriya 6 mehan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû, hatiye binavkirin.