Dildar Ismail : KENGÎ ROJ BÊ DER

Xewnên zêrîn û kursiyekî mirî
Roj diçê ava û nayê der
Ji rojava heya rojhilat
Ji başûr heya bakur
Ji jora serî heya binê lingan
Roj tê der û nayê der..û..
Dilopên ji xwînê dibarin
Ahîn û nalîn can ji hev dixe
Dibarê xwîn û nabarê
Dibarê xwîn lê xwînek wekî qeşa
Rengên sor û çav tên girtin
Divexwim jehrê da ku nekim bazdan
Da ku parçebûn bi weste
Min berdin da ku ez barkim
Bibim rêwî di riyên tarî de
Roj nema dimîne roj
Piştî we ez na mirim
Ji bîr nakim ew ramana yekem
Ew çirayên geşbûyî
Her şev û hezar şev xwin xwe nûdikin
Min berdin da ku dest pêbikim
Û herdo çema derbas bikim
Wê qeşayê bişkînim da ku ….
Ew kurim û hût bimrin
Windabibim ji holê heya roj bê der
Kuxika mirovan li nav cîhan tê sekinandin
Lê parçebûna we her berdewame
Tavên tarî baranê na barînin  û
Roj nema dimîne roj û nema tê der
Heya parçebûn rêça webê 
Ji rojava heya rojhilat
Ji başûr heya bakur
Roj tê der an nayê der