Fewaz Osê : AMÛDA BIRÎNDAR

Li deşta Mêrdînê,

Li Amûda birîndar,

Periyan govend gerandin

Bi hawar û halanan

Bi dîlan û sema

Fîxan û zarezaran

Zarokên dibistanan

Bi koçekî gerandin…

Şermola reş girêda…

û..

Bi laşên zarokên xwe Du sed û pincî find…

vêxistin Çîroka gurê Manco bidawî hat

Pênûs tev ne çar man Lê,

çîroka zarokan ji nû destpêkir

Di nav agirê şêt û dînoke Hin bê pî û serî,

hin bê çeng û zenîne Hin şewitîn, hin kizirîn…

Hin xwelîne!! Tev bi alaya kurdî pêçan.

Li ber sura bayê narevînê Çiyayê biratiyê

herifî Dara jiyanê pelê xwe weşandin Peyvê..

bejna xwe li ber wan tewand Dilê helbesta min

dîsa şikand.

Rivîna agir li bejna we tê Birîn û hêsir ketine şînê

Amûdê bi ax û hawar kete nalînê Lê,

Şêrê kurda îro bûye sitûn Qet na tirsin ji agirê eyîtûn

Kulîlkê ji destê xwe av didan Ji bû va teyrikan bûye qurban

Dayika Ferîda neviya mêran Dilawer bû…

ji Dayika pakrewanan Namek rêkir..

wê ji bû hemû jinan

Yan azadî yan aştî yan berxwedan

Çi li vir û çi li wir,

şerekî giran e Yan hebûn yan nebûna kurdan e

Agirên sînemê li Kobanê serî hildan

Koçkir milet xak li wî bû zindan

Şervanên leheng dîrokek nû vejandin Bixwîna nazik

dijmin hejandin Silav û riz li Leyla û Perîtan Pîroz be li me

sitêrê kurdan Îro şahiya li her çar parçan Bijî YPG bijî pêşmergan

 

FEWAZ OSÊ 13/11/2014