علي جل آغا : xoşevî

Kobanê ax kelha evînê
îro mayî komkujya jînê
hêsrê çavê te dijwarin
dinalînim jiber vê birînê
 
buhara te bêtir rengîne
çîçek û lal ezmanê şîne
dil û can û hinav heriştin
birîndarê hey gola xwînê
 
yara delal tu meke girîn
tu rondikan hew bibarîn
diyarî tebibî dil û rewan
xwîşka qamişlo û efrînê
 
amûdê ax sozdara minê
dotmamê libenda minê
li çil axa û li derbêsiyê
agahdarim hey şêrînê
 
dil arim ez kobanê me
hîmek ji serê latê me
ezim bûka feratê lal
ezim pismamê mêrdînê
 
her berbangê ez dibakim
ez nîgara kurde xakim
kurdistan dayika mine
nayêm firotin û kirînê
ELÎ ÇIL AXA