Burhan Hisso : CEGERXWÎN

 
Ezim yê hûna helbesta kurdî
 
Li Ser dîrokê nemza xwe danî
 
Her Çiyakî kurd min kir helbestek
 
Min temen firot bi doz û xwestek
 
Min pênûsa xwe di Rokê dakir
 
Navê Kurdistan danî bi agir
 
Ji Heyva welat min anî Diwêt
 
Li bejna welat min digirtî pêt
 
Min serpêhatî, danî Kîme Ez
 
Min çand û av da devî û hem rez
 
Welatê xwe kir bûka Cîhanî
 
Şûrê Selaheddîn,  berevanî
 
Xortên kurd kirin Kawa hesin kar
 
Qîrîna Dayka min,hat ji Hesar
 
Ça û Girên kurd,min tevde kolan
 
Ta vejînim ez, Dîroka  kurdan
 
Qîryam bibin yak,yek dil û yek bîn
 
Ger belabin em,yek yek,bên dizîn
 
Ger xwendin nebî, ji bo welat Al
 
Em kwîr dimînin dikevin bin çal
 
Temenim bûrî,hewar bo ziman
 
Ziman mane lê ,bêyî wî neman
 
Parek nema ji,welat negeryam
 
Latek nema tê, neşikandî xam
 
Çayên Kurdistan,yek yek jimartin
 
Her Kurdek çiyak bo xwe parastin
 
Ez bûm hevalê, çi gelê bin dest
 
Hember setemê, sed pênûs şikest
 
Min rêz û silav,pakrewanên kurd
 
Leheng û nebez,berzîn û hem merd
 
Li  ber serê wan, min pênûs  çikand
 
Nêv axa goran,min helbest,diçand
 
Min sed gazin bir maldarên kurdan
 
Didan dujminan,mal bo me nedan
 
Min dilê yaran qet ji bîr nekir
 
Hunguvê lêvan,bi lêvan vekir
 
Cegerxwîn min sûnd,miletê xwebûm
 
Lewra Dîrokê bi nav û deng bûm
 
Yekbin, bistînin bo me serxwebûn
 
Hûnê dermankin,cegera bixûn
 
Yekbin, bistînin bo me serxwebûn
 
Hûnê dermankin,cegera bixûn
 
 
 
Burhan Hisso
 
22-10-2014-Amûdê