Burhan Hisso : DAYÊ
2014-09-25
Diyarî Dayk a Kurd li Bajarê Kobanê,dema zendên Zarokên xwe bi destên xwe ve girê-bendabû ji bo xwe û wan biparêze ji windanê..ev Helbest .
DAYÊ
Me biparêz ji windan ê
me tevda bid girêdan ê
eve derman ji bo man ê
Dayê
Dayê Axa wê Kobanê
Ji Birînê re dermanê
Ji bin pêyên te rêzanê
Dayê
Raman a te herî dûrî
ji Ronak a Keleporî
xwezî Dayê bibim gorî
Dayê
bi wan Bendên li wan Zendan
li Hustên me bikî Zindan
Kurdên jîndarî nebî windan
Dayê
xewzî Dîrok bi Hefsar ba
girêda Qad û Pessar ba
û Derdên me hember sar ba
Dayê
Dayê mel Pî hev girêda
kes nereve di nîv Rêda
da sûd bigrin di Dozê da
Dayê
Dayê her tişt hat vî serî
şewat ta Kezyên jêkirî
ji bê Êlan yê Ol birrî
Dayê
ger Kurd gel hev nên girêdan
wê bimînin jar û gedan
Parî -Parî winda- widan
Dayê
Dayê eger em hev negrin
Bahoz ji dest Ba me bigrin
Yek yek pê yê dî mê bimrin
Dayê
Dayê ma em ji Kok rabin
Kelem-perên,li ber Ba bin
Yek li pey Yekî windabin
Dayê
wê Roj a me li Ava be
Sitêr ji Ezman wenda be
Elend a me wê Reş-Ba be
Dayê
Dayê bo Kurdan mînak î
Gel û Welat li hev ban kî
Ji Rêberan re Wana kî
Dayê.
Burhan Hisso.
22-9--2014