.fîraz murad : kurê kurdim
2014-09-05
Ezê îro eva derda belakim
Biva derda ezê dunya xirakim
Bilindim ez e tacim ser serê te
Kurê kurdim divê ez te peyakim
Di her çaxî divê go zanibê tû
Liser qafê mezin tim ez çiyakim
Te ez xistim perîşan ez li paşmam
Bese êdî ti carî ez te nakim
Dilo bes va bixe dostê jiyanê
Ji dijminre iro pêde zehakim
Weke min go dilo êdî de rabe
Kurê kurdim ezê dijmin wehakim
Bi şal û şap û rexte ez dibêjim
Kurê kurdim divêxwinê buhakim
Kurê kurdim divê xwî nê buhakim