كوفان كنعو : Ez kurdim
2014-09-04
Çima min fedî dikir go ez bêjim kurdim
Çima didirsiyam go bi zimanê xwe bi axivim
Gelo ez bê têhin bûm gelo ez bêzirav bûm
Çawa bi cejnawa mi cejin dikir
Bi zimanê wa bi ola wa
Ez di kirim bin nîrê xwede di kirim reben ligora ramanê xwe
Glo ez mirov bûm
Na ez weka mirova bûm
Cil û berkê xwe li mi kirin
Nvê mi dizîn
Ez bê şeref kirim
Ez bê qîmet kirim
Ez li gora xwe ajotim
Ez kirim xulam û xizmet kar ji xwere
Mi di kir hewar …gazî mi newal bi gaziyê xwe ti ji dikirin
*
Birînê mi di kelîn
Bi gola xwîna min dijminê mi xeniqî
Ez kurdim
Mi sûn xwarye ez bi jîm û yan bimirim
Azadiya mi jiyana mine
Kolîtiyami mirina mine
Jiyana bê rûmet hew divegerê
Ez kurdim
Nema di tirsim
Ezê bakim bi mêranî bi behwerî
Birînami kûra hêzami bûye çiya
Bi yek dengî bi yek hêzî
Ez agirim agirê kvnim
Ne ma di vemirim
Nema dimrim
ez kurdim
Ez kurdim