fîraz hazim murad : Evîn

Ez ketim bextê tede şîna evîn
Begler û şah û celengin li ser te
 
Qade  bajarê te tev dar û zevî
Kehnî ava sil sebîlin dibin te
 
Şewq û ronahî li rêka tey dirêj
Şev diçin şahî dinîv tên jiber te
 
Ey gulîstane dil û cergê bi xwîn
Dikî bexçey maye nalnal ji xeyte
 
Tev gulîstanê li cîhanê geşin
Bi rengek zer te hişt ma qey çi zer te
 
Jar û perîşan te hiştim di xwînê
Kefte lefta min bi zarzar li ber te
 
           Fîraz hazim murad