علي جل آغا : HEMPAYA PIRSNAK

Çrûska warşeyekê veda hîn da
xwedayê baranê
hêlek ji gerdûnê winda kir
tirs û sawê bazdidan
bêşberî ji çagerekî re dikirin ku

di nava kevz û zengê de mabû
fîxan ji zemîneke dûr hat
mozexaneyeke hezkirinê
hewar kire komareke serdem
rave nekir veşartî bû di peyaleke
camî de bû
peyam û bêtar hevparin û pîlanan
di hûnin , di rêsin
korpelek afirandin ji dexs û merdaliyê
bi terxana neşteciyekî di kevaneka
embarê de bû
awîşkarê çarnivîsê bi gernasî boltena xwezayîyê di weşîne
bi tilnivîseke kevnar û perpitî nivîsî bû
radestî razgirê xwe kir û GOT ::
pûtekî avake ji şahê sermest re
bê dîlan û sema
bê şabûnek
bê şahî
REWREWEK bû
                                  2/ 7/  2014            ELΠ ÇIL AXA