علي جل آغا : Zayîn name

Te şana dilê min pişaftiye bi hêminî
Te mejiyê min babet kiriye bi xemsarî
Tîpek venîşt liser danîşteka raman
Şanoyek pêşkêşkir ji nexşeya jiyaneke
Winda re
Asîman û zemîn pêşevaniya ezmûnekê
Li darxistin
Çavdêrên bê zengil û xêzkêşa xwendinê
Şiroveya birîneke kul ezber dikin û beşek
Ji dîroka KOÇÎ veşartî bû yekser da der
29-7-2014 z-2614 k/ B.derax