كوفان كنعو - Kûbanêkelha ber xwedanê

Kûbanê hêviya mîtanîya
Kûbanê hêviya aramîya
Kûbanê ti wî şûrê mêrxasê kurdayî
Kûbanê ti evîna zerdeştî
Kûbanê ti ti bejna viyan û şervanî
Kûbanê ti ti dilê mêrxasayî
Ti çakûçê kawayê hesinkarî
Ti newroza meyî
Kûbanê ti dibistana berxwedana kurdayî
Ti dayik û bav û birayî
Ti hewlêr û qendîlî
Ti roniya amed û botanî
Ti bajarê evîn û eşqa serfiraziyê yî
Em bi tere ne bi dilê xwe bi ramanê xwe bi cane xwe
Kûbanê ti wî birîn dara mêrxasiyê yî
Kûbanê ti helbesta jiyanê yî
Ti hebûna meyî
Ti bajarê huner û rewşen bîrayî
Kûbanê gazî dike xwişkê xwe amed .. hewlêr..qamişlo..qendîl…dêrik..tirbespî
Mehabad…botan rabin li me derenge
Rabin serî hildin îro roja hebûn û tinebûnê ye
Rabin kûbanê dike gazî
Rabin