Ronî ELÎ : Hat û nehat

Kûde diçim
Pêjna te bi min re mêvane
Bêyî ku min
Tu ji ahenga nalînan re
Vexwendibî
Kûde bardikim
Tayek ji guliyên te
Di buxçeya Nanê tisî de
Dibe mazûban
Bi çi dengî dilorînim
Dengvedana gewriya te
Di guhên min de
Awaza pêşwaziyê dilîlîne
 
Kûde diçim
Li benda tîrêjên Çavên te
Dil di rawestanê de disojim
Tevî dizanim
Ku di kuzota awirên te de
Wê kenê li ser lêvan
Bimiçiqe
Perikên xalxaloka bendewariyê
Kedî bibin
Lê neçarim
Gupgupa dil
Min weke termekî 
Di landika xwe de dihejîne
 
31-52014