Ronî ELÎ : Di Berbanga xwenên te de
2014-04-27
Lêvên te
Têra avdana dil nakin
Min dive
Di xeleka çavên te de
Siwarê bihna sînga te bim
Derya dilê te
Rondikên şeyd û ahînan danaqurtîne
Min divê
Di ramûsanên Berbangê de
destlimêja rondikan bikim
Baskên xoşewîstiya te
Govdeyê min dorpêç nakin
Min divê
Di giyanê te de
Rista meynenoşê serast bikim
Şememoka di dêmên te de
Tîbîbûna kuzota hestên min naşkîne
Min dive
Di vehsana Bihara bejina te de
Niştecî û akincî bim
21-4-2014