كوفان كنعو : Ekrem Bavê luqman

Bavê luqman
Bavê luqman ti çiyabû li pişta me
Ti rêber û rêzan û rêşan bû jibo me
Lê mixabin te ji nav me barkir
Feleka xayîn em jev qut kirin
Bavê luqman bi barkirina te bare kul û xema kete ser mile me
Rundik ji cava tim dibarin liser bejin û bala te yî şêrîn
Bavê luqman
Gelek cara hêstir tevlî xwarinê dibin
Her dem kenê te liber çavaye
Dara me hişk bû û kulîlkê jiyan me weşiyan
Bavê luqman
Me liser te kire qîrên û nalîn
Bi çûnate em winda bûn
Buhar li me ziwab û ewrê payizê biser mede barîn

Bavê luqman
Xwzî me berî te bar kiribane û me çûna te ne dîtibane
Em li ser te girîn ta kehnîkê cave me zi wabûn
Çende rojeke dijwar bû roj lime bû bê ronahî
Şev lime bê tava heyvê ye
Çira me vemirî
Bavê luqman
Em bûne weke dara bê pel û bê fêkî
Ji bo te hezar carî em bimrin ne xeme
Em soz di din te go her dem liser rêbaza te bi meşin
Û bare teyê giran em hildin liser mila... kar û xebat û
Hiskirina milet û welat ...da em jî weke te ser bilind bin
Ji ber ti jimere dibistana evîna welatê mebû yî
Em bi hêvîne ji yezdanê dilovan go em bicivin bi hev re
Di bihişta bilind de