كوفان كنعو : Kul û xemê mi

Ez westiyam ji kul û xemê bisala li vê dinyayê
Liser dinyayê digirîm û dinya me digiriyênê
Bendewarî ….xewin…hêvî…êŞ….derd
Ka ken…ka hêvî…ka behwerî…ka dilê fereh ûka buhara dila
Ez di xeniqim dema bîr anînê Kevin li bîra mi tên
Weke go ez li berîke bê kes bim
Kul û derd mi di Şesitnin
Jiyan nema tê qurpandin em windabûn û bê kes bûn li vê dinyayê
Dinya li me bû zîndan
Em kul û xem û derdê xwe ji kêre bêjin
Gazinê xwe li cem kê bikin
Rojê êŞû xemgînîyê pir dibin
Tarî bi ser mede tê
Dikenim bi dilê kul û Şikestî
Bê heval … bê dost…bê yar û dil xweŞîya dûr
Jiyana tarî
Wa dilê mi çima herdem ti kovanî
Di kevim nav xwein û xeyala
Hêstir ji cava dibarin ji bê kesiyê
Me zirin darî vexwar û me rahiŞte bare xema
Birînê xwe di veŞêrim di nav parsiwê xwede
LaŞekî bê giyan
Felek bêbexte ewrê xema li ser me giran dibin
Ji kula dikenim tariya Şevê bû rengê me
Ax nixa çima am bê Şensin
Di hin diruwê mide çemê kul û xema di herikin
Xem….birîn….xatir xwestin….jev qut kirin…bîr anîn…bê mafî
Bewerî nema va Şevê dirêj û hemû bi êŞ
Em hêvî dikin ji yezdan go tîrêja hêviyê li der gihê mexê û çirak
jimere pêbikevê
Xuda emli hêviya rojê xweŞin jibo me û welatê me