كوفان كنعو : Dotmam

Dotmama mi  wa felatê
Waçav  reşê  nûxelatê
Ti wek gula  li civatê
Sebir û hedan bite hatê

Mi di xwest ez te bixwazim
Da  e bidilê rihet razim
Dûrî tebim ez di kazim
Nêzîk bûnê ji te dixwazim

Mi go mamo ka qîzate
 berê mi ketye malate
gote mi  lawo qîz gihate
sed pîroz bê ji bonate

bavê felatê axaye
 ji got naxwe   vegeraye
dibê ez qîzaxwe nadim
kurê meta wê hevaye

Heger hebane male mi
Wê qî bi kêf dabane mi
Lawik kiriye pêşiyê
Jibo dot mamê nedê mi

Va kir herdem kiryê mi tê
Nedan  mi û ne kurê metê
Ez xistim nava hisretê
Heta roja qiyametê