روني علي : Tîrêjên vejînekî

Di deşta dilê te de
Sosinên biharan
Bangewaza tîrêjên evîna min
Û çirûskên vejînek
Destnîşan dikirin
Lê li dawiya ahenga pêşwaziyê
Gotar û çêrokên salan
Dilê min

Ji roniya çavên te
Têr nekirbû
Dîsan
Bi hilma dîtinek nû
Û li bin sîbera xewnên te
Min helbesta gulperiyan
Ji dil re
Dilorand
Û dişopand

18-2-2014