روني علي : Pepûlekên şevên hingavtî

Erê Dînê ..
Bi hêviya wan belengazên
Di binê zemînek nizêz
Û bandor kirî de
Niçniça dilê min
Di zivistana şevê de
Nekolîne .. Venekolîne
Çimkî ..

Siwarên hevoka jiyanê
Deriyê Holka evîna min û te
Bi cî hiştin
Û li beramberî talîzoka qêrînekê
Silogana ramûsanên têkçûyî
Bi rima "Donkîşot"
Hildan û berdan

Erê Jînê ..
Peyamên qirkirinê
Sînga zagonên mirovaniyê
Li ber deriyê evîna te
Diçirandin ..
Peyala noşîna lêvên te
Piştî wêraniya pepûlekan
Şpolên gigîniya dilê min
Bi coşa avjeniyê
Di kaniya çavên te de
Bendewar û Omîdewar hiştin
Min jî.. Destmala ramûsanên te
Weke alekê
Ji çirûskên hêviyan re
Berz û bilind hilda

31/1/2014