shevger : Wê hinek bê hebûm, û hinek wê bêjin nebû... Mebest ( PYD )

2013-11-26

Partiya Bassa Suriyê bi hijmara xwe hijmara yekemîn bû ji ber rêjîmê bi zor u dektatorîyet xelek dikir bin bandora xwede , para u kar u xwendin u rexweshxana weku hesaniyek u bartîl ku xwefiroshê Bassê jê mefa digirt..

Pishtî Qumonîsta Suriyê bi hijmarek xurt li pêsh bû di dema ku partiya Qumonîsta dij u li hemberî partîya Bassê di rawestîya ,, lê dema partîya Qomunîsta Suriyê derbasî Encûmena nishtimanî ya hevalbend bi partiya Bassre ,, îdî partîya qumonîst bo daholkutet û çepikvanek ji Assadre û hêdî hêdî parçe û lawaz bû ,, u di çavê milet de bi qelemek xerab û pîs tê dîtin ji ber hemû zagonên xerba yê li ser kurdan u li her cihekî ku Assad derbas kirî ew partîya qomunist shirîke,,îro partîya qomunist nema û pûç bû û rû reshbû.

Di destpêka shoresha Suriyê de, Tevgera partiyên kurd u Rêzbendên Xurtan li her bajarekî kurd li Rojavayê kurdistan bi 20 000 xelk radikirin mesh û xwepêshdanan , lê layêngerê pkk (PYD) nikarîbûn 100 kesî derxin çcalakiyan û dema derdiketin ew ji buna sher û xirakirinê derdiketin u ev weku dekoment parastîne di Yutobe û googel de,, ew 100 kes derdiketin u wêneyê Ocelan bilind dikirin û suretê Beshar Assad ,, Saloxdan û shiaratê wana ev bû ( Tecrîdê ser Ocelan rakirin û bimre Ordogan ), ev 3 sal PYD di yek calakiyê de ne gotine bimre Beshar Assad,,yê bêjê gotine bera ji kerema xwe Wêneyekî nivisandi ya calakiya wana bide min.

heya 1 sal ji Shoresha Suriyê PYD nebû,, yan bi 100 kesekî pêshdar dibûn ew ji li dijî Turî u diji partiyên me bû ,, lê dema ku rewsha Suriyê ber bi sherekî navxweyi meshiyan û gropên çekdar pêyda bûn,, yekser Beshar Assad hawara xwe gihande Hesen Nesrollah u hozbollah de alikariya wî bikin di hêla sham û Homos de,, her wisa Beshar Assad ji partiyên tevgera kurdi xwest u teyarek shiyande balafira Qamishlo lê Partiyên Rojavayê kurdistan xwestek u dîtina Beshar Assad red u refd kir ,,
Beshar Assad shiyande pey Salih Moslim û Ji Qandîl Ew Anî Suriyê,, qasho berî hingî digotin hokmê darvekirin îdanê ser Salih Muslim heye .. Salih hat û rêjîma Assad hemû rengê çekan û Sîlah da wî,,

1980 PKK li Bakurî kurdistan derbeke istîbaqî li wana xist li hemû partiyên kurd yê bakur,, gelek rêber û kadir kushtin,, li Europa jî êrish berdana ser kadir u rêberên bakur û hemû kirin hedef u amancên terora xwe û her kes kirin xayên û pîs û gotinê xerab ser keç û jin ûnamûsa xelkê gotin u evqas metodên xerab bi kar anîn ser tekusheran û welatparêzan de mecbûr bibin u devê xwe bigrin û yanjî ne nivsînin.

PYD alîkarî hishkere ji Beshar Assad girt u Assad destê Salih Moslim azad kir kî bigre û kî bi kuje û kî bike zînadan yan berdê wana ji welat... çekdarên PYD hemû zarokên 12 sali yan 15 salîne,, ev zarok zarokên kurdana dibine êsîrê ramana Salih Moslim ku beravanîyê ji Beshar Assad bikin de herêma kurdi dervê shoresha li dijî Assad be... Assad bi xwe ew rêberîya Nisra û Daish dike,, Assad u Maliki u iran van gropên musliman tîne herêma rojava u heya hedekî PYD bi xwe di berjawendîyên xwede xwest ku wan gropê tûndraw u musilmanan bîne û bikshîne sher ,, u çend caran berî niha bi zanabû teqînin dorst kirin doz ji wan teqînan de xelkê bikin bi tirsê u tenê berê milet bidine muarada suri u de berê kurdan ji Beshar bigherînin..PYD wê her metodekî bi kar bîne de xelkê bi xweve girêde..PKK - PYD ser peyva shehid u ser peya em namusa kurdan diparên uuu ,, PYD qebûl nake ku pêshmergên rojava werin ,, pêshmerge li hundur jî hebû , lê PYD hemu girtin u kirin zindanan .

PYD û Pêla sher ( Iran û Assad û Maliki û daish û Nesra ) ev tevde naxazin Assad bi roxwe u here ,, ev tevde li diji serkeftina Muarada Surîyêne j (itîlaf ),, Ev bazirganê sherin wê ne xema wanabe ku çend zarokên kurdan shehid bibin yan çend ji van gropên ser bi wana ve bimirin,,
De Salih Moslim xwe bike qehramanek divê bi sîlahê hikumetê sherê partiyên kurd bike weka cawa pkk di salên 1980 hisht ku hemu serokên partîyan birevin Europa ,, bi vî metodî Salih u hikumetê Mishaal Temo shehid kirin û her wisa Nisredîn Birhik kushtin andamê mekteba siyasi ya parti demokarti kurdi li suryê , u jimarek din kushtin mina bavê candî u Dr zerdesht u pir kes... PYD dest bi êrîsha ser rêzbendên xurtan kir u pir xwurt kushtin u pir revîyan ji welat û çûne bashûrê kurdistanê

PYD hikûmeted demkî ava dike li gor qiyasa xwe û di bin bandora xwe de, ev partîyên biçûk u kesê xwe li dor wê tevde yê pûçin û ti bandora wana nîne u andamê wana jî nînin,, tenê PYD ew ji xwere kirine hijmar (reqem) ew gropê Filha ( seryanî u ashurî) û ew Arabê Xemir yê ne xudanê cih ,, u çi kesekî yesar û çep û çepel ku dasika wan riziyaye li mala wana u li Mosko u ser vê de ( Heyaata Tansîq ) jî andame u dinav deye
PYD bi zora xwe Ala kurdistan ya netawî qedexe dike û dishewtîne u wêneyê Barzaniyê nemir diqetîne u dishewtîne u peyva pêshmerga qedexe dike.. dihna xwe bidin ramanê PYD ew sherê her tishtê pêroz u sembul dikin,,, lê PYD parastina pût û senemê ASSAD dike li Qamishlo u parstina Suretê Besharo dike,, berî heftîyekê Arabê Bassî u Ala Bass ê û suretê Beshar bilindkirin xwepêandan kirin di zikê Qamishlo de u qasho Salih Musilm dibêje min 40 000 çekdar heye u dibêje va min hikumeta demkî ava kiriye ... basha çima van çekdarên wî 4 fîshek ne avêtin wan bassîyan yê xwepêshandanê ?çima Ala Bassê ne shewitandin u çima suretê Beshar ne anîne xwarê ?? lê tenê PYD dikare suret Barzanî u Ala kurdistan bishewtine... tenê dikare bi 10000 sofîkên xwe perwerde bike u derxe kolanan de bêjin Barzani xayîne ... tenê dikarin xurtên kurdan bikin zindanên xwede ..lê yek kesê Areb di zîndanên PYD de nîne ,,

Bassa Suriyê xwurt bû û Leshgerê Suriyê xurtbû ,, lê niha ew Bassa Fashist u leshgerê Assad têne hilweshandin u di demek nêzîk de Beshar diçe u PYD ji dice , çawa Qezafî u Mobarek u Salih Ali u binali u leshger û hêza wana jî çûn u ketin Mezbela u çop u gemara dîrokê weku ku nebun,,, nêzîk wê PYD ji bi rêjima ASSAD biçe û hinekê bê hebû û hinekê bê nebû

shevger 25.11.2013



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.