basil hussên : diyarbekira nûjen

dîroka amedê zengîne
navê wê bedew û mizgîne
di giyanê xwede rengîne
peytexta meya hinguvîne
diyarbekira nûjen
a§ûr û aram ni§tecîbûn
exmînî û siloqî jî bûn
shapûrê sasanî tê hebûn
dawiya wê hemû kes derbûn
diyarbekira nûjen

ji xeynî osmaniyê xedar
bi fen û pîla kurd man bê par
lozan û sayikis pîko wek mar
revand ji destê kurdê bê kar
diyarbekira nûjen
suryan û ermen û kurd dijîn
bihevre jiyaneke bi vîn
ta fermana mirina lezgîn
xaçeperest pi§avtin ser dîn
diyarbekira nûjen
bobelata kurda jî rûda
bi destê tirkperestê nûda
ew ne hezê kurdabûn zûda
dîroka bajarê re§ sûda
diyarbekira nûjen
dawiya wê tirk ber pê hatin
go a§îtî ne tîp û xetin
divê pingavên mezin bêtin
zelal be peyman û rêkeftin
diyarbekira nûjen
dîlana bûk û zavên amed
bû sembola a§tiya serhed
berpirsiyarên kurd û tirkên merd
kombûn ser kurdên bi kul û derd
diyarbekira nûjen
diyarbekir bû cihê lana
serrok messûd û leyla zana
baydemîr û ehmedê zana
hemiyan go emê bukjin jana
diyarbekira nûjen
diyarbekir nûjene bi xwe
wê bibe keleha serbixwe
peyama ocelan derdixe
kurdo pe§kek av serde vexwe
diyarbekira nûjen



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.