Basil Hussein : cenga aborî

şerên têvel di cîhanêde hene
navbera tebak û ejalan dene
hemû lêstok û finas û pêkene
ev ne tu §aristaniya nûjene
cenga aborî
§êr û piling daristan xistine dîl
pariyên wan dabe§kirin ta ew fîl
bû dîlê qiralê ejalan bi pîl
azadî ku§tin hawîrdorî yek mîl

cenga aborî
mi§k û mar û kund û qiral gotin hev
çima aborî nabê serbest wek tev
sînora rakin navbera roj û §ev
bazirganî bibe karê me ne rev
cenga aborî
genim û ceh barê cotkar û mîro
dikin kefteleft û kêferat bi ro
êvara radikevin dibêjin lo
temenê me kurte ber karê wilo
cenga aborî
dolar û yoro lêstoka zarokan
zihayê maran di§opîne dastan
dako kes nelîze ser sê werîsan
nîgarkê§ kiriye nex§eya ristan
cenga aborî
dawiya wê dibêjim gelî milet
welat ava nabe go bimre himet
azad be aborî tewabe zehmet
da her kes karibe bijî bi rûmet



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.