basil hussên : rojhilata tarîn

serpêhatiyên re§ biser tede rêjbûn
ê§ên bê omîd di qada tede §înbûn
ajalên bê havil civiyan û kombûn
nijadperestên bê ol nav tede gurbûn
çima rojhilata tarîn

te mîdya û asûr û suryan herivand
dîroka bindestan bi topan melisand
ewrên bilind nizim kirrin û ramedand
xudanê §ev û rojê vajî dagerand
çima rojhilata tarîn
te vejand dîktatorên guh pirç û kovî
welatî mi§ext kir xiste tat û sofî
di serdema têmûr û nêron ta torî
belavbû ku§tin û talana gelêrî
çima rojhilata tarîn
te miletê sûrî koçber û mi§extkir
çekdarên biyanî biser wande rêjkir
te doza miletê perî§an morankir
hêviyên xopan û nediyar berhevkir
çima rojhilata tarîn
gul û nisrîn û beybûn ser te peyivîn
di dada suri§tê de emê bi lezgîn
biryara azadiya welatê nervîn
derxin û tewabê §erê giranî dîn
bijî rojhilata bi vîn
bimre rojhilata tarîn



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.