Xalid umer : Ji bo rêveberiya kongirê damezirandinê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûrya

B' tirba boxê Birîva
Bavê Rawend j' me r' digot :
Bi kerê û dehşikê Xwe ragirin bêhnekê
Bi keriyên koçera Hêdî hêdî ya şebab
Bi kûçik û dêlikê Ma 'm ketine herbekê
Bi heftê û heft nivîskarên Salhê Heydo tengijî
Girkê legê û dêrikê Dilawer go : çi kekê ?
Mê hildin ala welat Salih go: ma ev hale
Ser kadînên kapekê Em hatine vêdekê ?!
Ey beranê qiloç sor Rehmetî diçûw dihat
Hilîn ji ber berxikê Ji bo me razî bikê
Girkê legê bû ukaz Amûdya tişt fêm nekir
Dêrik jî bûye mekê Dirbêsya ketin şekê
Zirnevan û dengbêj tev Sed heyf û sed mixabin
Rûniştîne l' odekê Me hesp da b' qantirekê
Gotna axê Aşîta Ma gêsinê gayê sor
Li dûv gotna E-N-Kê Dibe wek a çêlekê
Gelî kurdên kurdistan Mîna carên xwe y' berê
Ji bo xwedê çepkekê De biken ey felekê
De îca guhdar bikin Wek çûkê zevyê xerza
Xweştire j' dawetekê Me bûk da b' tûtûkekê
Vaye Hemzo ji were Tûtûtûtû tûtûtû
Wê bêje helbestekê Tûtûtûtû tûtûtû
Navê hola ko em lê
Ser kula jî "Melekê"
Gulokê" çav di gerand"
"Şinşilo" ne l' vêdekê Xalid umer
Hisên Mamê xeyidî
"Zana" xwe da kêlekê
Bavê Siwar kir qêrîn
Bo xatirê bendekê



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.