Pênûsa Nû(kurdî) hejmara 14an derket

2013-07-11

Hejmarek din tev li hejmarên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 14an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.
Di hejmara 14an de du lêkolînên û çîrok, gotar, dîrok, helbest û gelek nivîs û berhemên din ên gelek nivîskar û helbestvanan hatine weşandin.
Gelek nivîskarên mîna; Arşevê Oskan, Hoşeng Broka, Bêkes Têlo, Lewend Dalînî, B. Cigerxwîn, E.Baqî Huseynî,  Ezîz Xemcivîn, Celal Mihemed Emîn, Ehmed Mistefa, Kemal Tolan, Can Kurd, Idrîs Hiso, Serhan Îsa û Qado Şêrîn û gelek nivîskarên din di rojnamê de nivîsandine. 
Emê ji ana û bi şûn ve rêzimana Mîr Celadet Bedirxan ji amadekirina nivîskar Ezîz Xemcivîn biweşînin, me vê carê (Bingehên gramera kurdmancî, Celadet Alî Bedirxan, Bi navê Yezdanê pak ê dilovan ê, mihrevan, Rêmanên berpêşkî, Amadekirin: Ezîz Xemcivîn).
Hoşeng Broka, Can kurd û Serhan Îsa sê quncikên xweşik bi nivîsên xweşik xemilandine, her sê nivîs di naveroka xwe de balkêş in û hêjayî xwendinê ne.
Du lêkolînên hêja(Para zanyarên Alman di reşkirina Êzdiyan de) û lêkolînek din di bin navê (Ji ferhenga jinên kurd, (xeleka 4), Duriye Ewnî, rojnamevan û nivîskar) amadekirina bdilbaqî Huseynî, hatine weşandin.
Ji folklora kurdî  me çîrokeka di bin navê ‘  ŞÊR Û GAYÊ ZER ’’ weşandiye.
Di jimara 14an de helbestên: B. Cigerxwîn, Alan Pîr, Ehmed Mistefa, Beyar Robarî,  Serhan Îsa û Celal Mihemed Emîn hene.
Her wiha gotarên nirx bilind di jimarê de  hatine weşandin, wek gotarên: Bêkes Têlo, Ciwan Evdal, Qado Şêrîn û Idrîs Hiso.
Me hin nivîsên din ên ku hêjayî xwendinê ne, wek; Kevnetora Dr. Kamîran Bedirxan, weşandiye.
Rojnama Pênûsa Nû gav bi gav ber bi we ve tê, bi xwendina wê re hûn jî ber bi zimanê xwe yê kurdî ve diçin. Hêvya me ew e ku hûn gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
 
Zimanê me, hebûna me ye.
 
09.07.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’
 



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.