كريمة رشكو : NADIR إهداء لروح الشهيد نادر خلو

 Belaya min ji dest ê min hat

Em ji birçîna givajtin
Lê me bang dikir
Na ji bo birakuji yê
te em şerpeze kirin
Me bi yek dengî bang kir
Na ji bo birakuji yê
 
Te xort dane girtin
Me nekir yek gotin
Te jin û qîz girtin
Ma ne şerm e
Namûsa xwe davêje zindana
 
Te welat da ber firotinê
Tenê bo biratiyê
Me te sipart Yezdanê mezin
Îroj tu Amûdê birîndar dikî
çekdarên te bo kuştina me ye
Ma çawa çê bû hey hawar
Te mendalek kir qurban
Tenê bo dijiminê setemkar
Te Nadir kir serbilindayî ji xwe re
dilê dayika wî şewitand
çi gunehê me bû
tu birayê me bû
çawa te Amûdê birîndar kir?
te em dûrxistin
ji bira û ji xwediya
te dît??
Kenê bin simbêlan
Ew kar ê dijmine
Ne kar ê zilama ye
Te birîndarbik birak ê xwe
Mizgîniyê bide dijmin
Ma em bankin na bo birakuji ye??
Le te xwîn mijand
de bikuje birako bikuje
û bera milet bang bike
na ji bo birakujiyê !
27-6-2013


ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.