آلان محمد بيري : Bo jîna dil
2013-06-21
Dil bi haware
bê debare
wêna te jê nare
bi nalîn û ah û nale
ji kul û kovanan re cî û ware
bê zimane......
bê zare........
ji bil evîna te tişkî nizane
ka were serdanê
ey gula nîsanê
çavê perîşan bendeware
riya dilê min çep
tu rast.....û ew bê te xware
jîna min nema diqedîne
tu jêre rêber û rêzane
bê te temen nade....
xeleka evînê bi min re bade
vê gavê bi nazî bi min re rade
dil maye belengaz
bi nalîn û êş û gaz
tu lê meke ĥenek û tenaz
bê nevza bîranîna te
ew di leşê min de ranaz
teneha min..... mehêle
bê te xudaperestî nabe yekem car
ارسل تعليق