Feqî Kurdan (Dr. Ehmed Xelîl) Zincîra Hebûn û Tinebûnê Xelek (2) Damarên Olên Kurdistanî Di Kûraniya Dîrokê Da

2013-06-10

 Gelo, ma pêşiyên kurdan- berî ola cuhu, xirist û islamê- di şevreşiyeka  giyanî de bû? nexêr, erdnîgariya kurdistanê, di çerxên  kevn de, landika şaristaniyeke nirxbiha bû, di hembêza wê şaristaniyê de bingehên mitolocî ên giring hatin danîn, û ji wan sazûmanên mîtolocî ola Zerdeştî peyda bû.

Ji bo ravakirina va rasteqînê divyaye em berê xwe bidin kûraniya dîrokê. 

Qonaxên Mitolociya Kurdistanî:
Ol rûdawên kultûrên gelan in,rewşên  civakî, konevanî û abûrî  di xwe de dicivînin, da ku  em damarên mîtolociya kurdistanî bizanibin, divyaye em berve serdema kevirî a nû (Neolithic)  herin, ewa ji (9000 b.z)ê li çiyayên Zagroa û Toros (landika neteweya kurd) dest pê kir, û di çar qonaxan re derbas bû:
1 - Qonaxa Şaristaniya Gozana: Ev şaristaniya di serdema kevirî-mîtalî (5600 – 4400 bz) de diyar bû, navê wê (Gozana) ji navê Girê Gozana- li nêzî şarê Serê Kaniyê-  hatiye girtin, lê di pey re hate erebkirin û nav lê bû (Girê Helef), û navê şaristaniyê bû (Şaristaniya Helef).
 Şaristaniya Gozana gelek payebilind bû, cihê xwe di pirrê deverên kurdistanê de girtibû, aferandina çandê, perwerdekirina ajelan, avakirina malan, çêkirina alavên qermîtî, ji berhemên va şaristaniyê ne, pi serda jî sazûmanên mîtolocî hatin bicihkirin; wek: nêr-xwedyên atmosfêrê (ba, baran, birûsk), mê-xwedayên dayîkiyê, baweriya hebûna ciyaneke din, awayên binaxkirina miriyan,  danîna serê mirovê mirî li hêla rojava, da ku beriyê wî li hember hêla rojhilat be, vaşartina hin alavên mirovê mirî di gorna wî de (Mihemeb Beyûmî Mihran: Iraqa kevin, rû 23). 
2 - Qonaxa Someriyan: Li dor (4000 bz)ê, gelê Somer  Ji erdnîgariya  Şaristaniya Gozana dageriya başûrê Mezopotamya, kultûra çiyayên Zagroz, di warê olî, civakî, konevanî û aborî de, bi xwe re dagerandin, li wir nivisandin aferandin, Destana Gilgamiş danerîn, zaqure (perestgeha sê qor) li bilindiyan ava kirin, salname bi kar anîn, pantiyon (kongira xwedayan) bi serokatiya xweda An, di pê re xweda Inlîl. Di pê re xwede Ingî,  damezirandin. 
Ji welatê Someran (kurrên Şaristaniya Gozana) destkeftên şaristaniyê- di nav de jî Mitolocî- bi ser deverên Rojavaya Asyayê de herikîn, her gelekî kultûra xwe  jê dagirt û jiyana xwe bereve pêş bir, wek nemûne: Bûyera lehiya pêxember Nûh (نُوح), koka va bûyerê di jêderên Someran de heye, hatiye gotin ku geştiya Nûh li ser çiyayê Nisir (Pîremegrûn) dahişt, di Tewratê de jî navê wî çiyayî (Ararat)e, di Qor’anê de jî navê wî (Cûdi) ye, helbet ev çiyana gişt di erdnîgariya Kurdistanê de ne, bi taybetî jî di Erdnîgariya Şaristaniya Gozana de ne.
Wek nemûne jî xweda )Uto( ê Somerî (xwedayê Royê) bi navê xweda (Şimiş) derbasî mitolociya Akkadan û Babilan bû, û xweda yê etmosfîr (Edad= Heded) ê ku di mitolociya Mezopotamya û Sûrî de cihekî bilind girtibû, ji koka xwe de xwedayekî Somerî bû.(Semuil Kreymir: Ji deqên Somer, rû 75. Xez’el Elmajidî: Olên Amorî, rû 79).
3 - Qonaxa Kaşşo- Horî: Ev qonaxa dikeve navbera salên (2000 – 1000 bz)ê, welatê pêşiyên kurdan di wê serdemê de di bin destlata şaxê Kaşşo û Hurî de bû, û Kaşşoyan welatê Babil û welatê Somer jî xistibûn bin destlata xwe. Mitolociya kurdistanî di va qonaxê de jî bi rêve çû, li ba Kaşşoyan navê (Xwede) û (Soryaş) hat bikaranîn, li ba Huriyan jî navê xwede (Asora) ê ku nêzîkî navê (Ê Sore) hat bikaranîn, di pey re li ba pêşiyên kurdan bi navê (Ahora) hat bikaranîn. (Erşak Safrastyan: Kurd û Kurdistan, rû 42. Diyakonov: Midya, rû 131, 132, 133).
Gelek diyarde diçespînin ku koltûrên gelên Mezopotamya (Ekkadî, Babilî, Aşurî, Kildan), û gelên Sûrya û Felestîn (Fînîqî, Ken’anî, Cuho, Aramî) ketibûn bin bandora şaristaniya Somer û Kaşşo û Horiyan, bi taybetî jî di warê mitolocî de, me ev babeta di pirtûka (Dîroka Pêşiyên Kurdan) û pirtûka (Dîroka Şahnişîna Mîttaniyan) de bi eirahî dabû xuyan; wek nemûne: Adad= Heded (xwedayê hewa ê sûrî) kopiyek ji Teşşup e (xwedayê hewa ê Horî), ev xweda ta niha di koltûra êzdî de bi navê (Ado, Adî, Adîk) tê nasîn. (Cirnot Filhilm: Horî, rû 100. Siptîno Moskatî: Şaristaniyên Samî ên kevin, rû 258).
4 - Qonaxa Medan: Ev qonaxa dikeve navbera salên (1100 – 550 bz)ê, di bin sîwana Medan de wekhevî ya pêşiyên kurdan baştir bû, şah Deyako (Dehyako), kurrê wî Fereort, û neviyê wî Keyxesro, pêvajoya yekgirtina pêşiyên kurdan, di warên konevanî, olî û kultûrî de, berve pêş birin, wekheviyeke pilind di navbera têgeh û simpolên mitolocî ên kurdistanî de peyda kirin, ew baweriyên olî ên cûrbecûr li dora  kêşesaziyeke oliy a Tavî (Royî) bi çar  rûdawan hat xuyakirin:
A – Misra’î: Misra xwedayekî arî î kevne, ew Xwedayê royê û bestandinê û peyamê ye, parêzgerê mafan û sazûmaniyê ye, dîdevanê rasteqînê ye, dadgerê giyanan e piştî mirinê, ola Misra belav bû ta gihişt Hindistanê li rojava, û li rojava, di sedsala (2 z) derbasî Imperetoriya Romanan bû, Û gihişt Biritanya. (Cifrî Barinbir: baweriyên olî di kultûra gelan de, rû 147. Arnola Toyinbî: Kurtvekolîna dîrokê, 2L187. 
B – Zorvanî: Zorvan xwedayê qenciyê û ronahiyê ye, xwedayê demê ye, Ahoramezda (xwedayê ronahiyê) û Ehrimen (xwedayê reşaniyê) di xwede civandin, herdu bûn tekaferîn. (Samuil Noh Krymir: Destaên Cîhanê ên kevn, rû 313.). 
C – Mezda: Mezda xwedayê cîhanê giştî ye, lew re têkeliyên ademizadan bi xweda re, di ola mezdî de, paqijtir e (صفاء), û tê xuyan ku ola mezdî tevlî pêşvebirina ramana konevanî, li ba pêşiyên kurdan,  hat pêkhatin, bi taybetî jî di serdema ku hizra konevanî ya kurdistanî ji çarçewa êliyiyê derbasî çarçewa hevgirtina êlan bû.  
D – Zerdeştî: Şahê Medan ê yekem Deyako bingeha şahnîşîna Med damezirand, eva jî bi xwe behaneyeke ku hizra konevanî li ba Medan berve dewleteka yekgirtî diçû, dewleteka ku karibe Medan ji setemkariya dewleta Aşur rêzgar bike, di çarçewa va pêvajoya konevanî de, sazûmanên olî ên arî jî- bikêrî xebata pêxember Zerdeşt- di bin ala xweda Mezda de bûn yek.
Zerdeşt navê Ehoramezda (Ormezd= Hormoz) bi ser Mezda xist, û hemû rûçikên pîroz kirin para wî. Zerdeşt sazumaneke olî ya hevtewaw ji hêla ayînî, perestdarî û rewşa mirovan piştî mirinê, ava kir, di pey re bandora van pêkanînan di ola cihu, xirist û islamê de cihê xwe girt.(Diyaokonov: Midya, rû 355, 378. Hmid Ebdilqadir: Zerdeşt pêxemberê pêşiyên îraniyan, rû24. Ebdilhemîd Zayid: Rojavaya Nemir: rû 653, 655.).
 Bi kurtî, eva pêvajoya ramana olî a kurdistanî ye, ji serdemên kevn de ta rûxandina şahnîşîna Medan sala (550 bz)ê,bi rastî ew pêvajoyeka gelek dewlemend bû, û gelek têgeh, nerîn û sinciyên baş di civata pêşiyên kurdan de peyda kir, lê dimîne em rewşa va pêvajoyê, di serdemên farisî û islamî de jî bipelînin; gelo, ma ew pêvajoyeka çawa bû?  
Çi dibe jî, pêwîste Kurdistan were rêzgarkirin!  
 
10 – 6 – 2013
 


ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.