Rêwî girpirî : Hilweşanek

Keser ji ezmûna dil di herikin
Wek tîpên winda li ser rûpela azadiyê
Dil ji kakila xwe di revê Penaber di bê
Ewjî zabûna ahînek nû ye
Rêwî bûna hejariya koçberiyê ye

 
Hawar lo rêwiyo ev çi rê ne di dîroka tede
Riyê zirav û dirêj
Wek marekî reş bi sitrih
Di hinavê tede volkanek heye
Welatek heye
Û çar keser hene
Her keserek bi çiyakî ye
Yek li ba şûr
Û yek li ba kur
Yek li roj hilat
Û ya mezin li roj ava
Roj avayê dilê min
Qamişloka min
Derdo wa derdê min
Welato lo welatê çar firmêsk
Hilweşîne ji dêmên xwe şiliya kesera
Ji bejna xwe rake mîxên rizî
Bera firuştên azadiyê bi kin dîlana
Periyên bihiştê li ser gerdena te bi lîzin
Êdî ejî ji rêwî bûna xwe bi gerim
Li ser sînga te razim
Razana dawî
Wek gelawêja li gerdûn
Da ku tîpên min jî bi bin sirûd
Bi bin gul di guldana azadiya tede

Rêwî girpirî
31/05/2013

 



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.