Santiago de Compestela bi kurmancî derket

Romana Ferhad Pîrbal “Santiago de Compestela” bi wergera Besam Mistefa bi kurmancî di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî vê romanê “Hotel Eurôpe” û kitêbeke çîrokan “Çolistan” bi kurmancî derxistibû.

Dara ressamekî kurd e ji xelkê Helebçe û li Montmartrea Parîsê portreyan ji bo tûrîstan çêdike. Her tim dixwaze koç bike, her tim dixwaze cihê ku lê ye li pey xwe bihêle û biçe. Lê di nav ciyên çûyinê de Kurdistan nîne, ji ber ku li wir wan tabloyan kes bi du dînaran nakire.
“…tê li wir çi bikî! Bi rastî, tu bi kêrî çiyê Kurdistanê tê, ji ber çi tê vegerî?” Welatê wî çiraveke mezin e, ji hemû malbata wî goristanek maye.
Di xewne/şevekê de rastî Oriana tê. Di sohbeteke dirêj a ligel heşîşê ya li ser huner, qerar dide biçe: Ji ber ku “tenê huner dikare ‘xweşikiyê’ zindî bihêle.”
Dev ji her tiştî berdide. Li trênê siwar dibe û bi rê dikeve. Di deftera wî de tenê adresek heye ku bi xetên aloz û tevlihev hatiye nivîsandin:
Venus Corbacho Esteban
Rue de Paradis 9, 3-1
Santiago de Compostela
Ferhad Pîrbal bi “Santiago de Compostela” me derdixe gerekê ber bi dilê dinyayê ve, gereke ku emê li wateyên cihê yên jiyan, huner, ciwanî, hezkirin, xeyal û xweşikiyê rast werin…
FERHAD PÎRBAL
Di sala 1961an de li Hewlêrê ji dayik bû. Di sala 1979an de, yekemîn berhema wî ya belavkirî çîrokek bû, bi piştgiriya M. Zamdar di kovara Rojî Kurdistan de (Bexda) hat weşandin. Di sala 1984an de, yekemîn kitêba wî bi navê şanoya Malava ey welatê min li çapxaneya şehîd Îbrahîm ‘Ezo ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li çiyê hat çapkirin. Di 1984an de, ji Iraqê koç kir û li Îranê bû penaber. Piştî wê bi salekê ber bi Polonya û Almanyayê û pişt re jî li Denmark mafê penaberiya siyasî wergirt. Di 1987an de li zanîngeha Sorbonne dest bi xwendinê kir. Di 1994an de vegeriya Kurdistanê.
Kitêbên Ferhad Pîrbal yên çapkirî:
- Malava ey welatê min, şano, 1984
- Sibeha te bi xêr ey xerîbî, şano, 1988
- Exile, helbest, weşana Enstîtûya kurdî ya Parîsê, 1992
- Rojnamevaniya kurdî bi zimanê fransî, sentera Birayetî, Hewlêr, 1998
- Çavkaniyên kurdnasiyê, dezgeha Gelawêj, Silêmanî, 1998
- Zêrê di nav ziblê de, lêkolîn û têkstên wergerandî yên kurdolojiyê, Serdem, Silêmanî, 1999
- Încîl (Mizgînî) di dîroka edebiyata kurdî de, Dihok, 1999
- Spiyên di nav reş de, şi‘r, dezgeha Wêran, Hewlêr, 1999
- Mele Mehmûdê Bayezîdî, dezgeha Aras, Hewlêr, 2000
- Petatxwer, çîrok, Hewlêr, 2000 (Kurmanciya wê: Çolistan, Avesta, Stembol, 2001)
- Efser Tehsîn û tiştine din jî, kurteroman, dezgeha Gelawêj, Silêmanî, 2001
- Cewayez (çîrok û berhmên hevbeş bi helbestvanên Hewlêrê re), dezgeha Aras, Hewlêr,2001
- Ebdilrehîm Rehmiyê Hekarî, lêkolîneke wêjeyî, dezgeha Spîrêz, Dihok, 2002
- Santiago de Kompostêlla, roman, dezgeha Aras, Hewlêr, 2002
- Mêrekî kumreş î paltoreş î pêlavşîn, roman, dezgeha Aras, Hewlêr, 2003
- Zarokbaz, roman, belavkirina Mala Şerefxanê Bedlîsî, Hewlêr, 2003
- Heşîşkêş, şano, belavkirina wezareta rewşenbîrî, Hewlêr, 2003
- Reîsê Remezanan, çîrok, dezgeha Hana, Hewlêr, 2006
- Ji kurê min Rodan re, şi‘r, çapxaneya Pak, Hewlêr, 2006
- Pênc kitêb û nîv, şi‘r, dezgeha Rojhilat, Silêmanî, 2006
- Hîkayetên bavê min, roman, çapxaneya Şivan û dezgeha Bedirxan, Silêmanî-Hewlêr, 2007
Santiago de Compestela
Ferhad Pîrbal
Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
Roman
ISBN: 978-605-5279-35-6
13x19.5, 168 rûpel, 13 L
www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta
https://twitter.com/avestayayin

 



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.