Feqî Kurdan Deh Tempî Ji Bo Ramyarên Kurd Tembiya ( 10 ) - ( Beş 2 )

2013-04-12

Haj Biryara Dadgeha Dîrokê Hebin!

Dengdana Zengilan:
Bi rastî hêvîya min ne ew bû ku ez bi rola qiralka reş rabim, û tiştên xemgîr bidim ber çavan, lê mixabin ezê çi bikim?! Ez di navbera du çaterêke de me
- An ez rastiyan bin cil bikim, û hizra gelê me bitevizînim.
- An jî ez rastiyan- tevî ku tûj û talin- bidim ber çavan.
Gelê me, wa binerin ta kîjan asteyê rewşa me dîjware! Rewşa me dihêle mirov bi hêrs û hingirî be, lewre jî ez evan peyvan dinivisînim, eger ku ramyarên me guh nedinê, hernebû  ezê bi histobariya xwe li hember nifşên me rabim, dibe jî ku hin ji wan - piştî nîv sedsalê-  bibêjin: “hizra bavpîrên me ne rijî bû, hinan ji wan rastî dizanîbûn”! Dibe jî ku di rojeke biharê de- bi dilgermî- nêrgizekê li ser gorna min deynin!
Ey ramyarên me ên rêzdar! Dibe ku hûn bibêjin: 
Ma te negotibû: ramyarî  danûstandina bi tiştên gengaz (mimkin) re ye?! Ma ne te em ji ramyariya ne-riyalîzm hişiyar dikirin?! Ma te nedigot: Pirsgirêka me di nav pençên şûvîniyên hov û zegel de ye? Ma te nedigot: Em di cîhanekê de ne, hêzên gewre tê de tenê bi (bercewendiyan) ne bi (nirxên bilind) bawer dikin? Ma emê karibin kurdistaneke serbixwe bi guvaştina morikekê pêk bînin? Ma pirsgirêka me ne girêdayî mercên hundirî, navçeyî û cîhanî ye? Ma ne tiştekî riylîzme ku em keysan bikar bînin, û sûd jê bigrin? Ew sûd çi dibe bila bibe: Fidiralî, an destlata xweser, an rêvebiriya xweser, an jî mafên çandî!
Raste, eger hevdijîtiyên ramyarî û çandî gelê me parçe bikin, eger tevgerên me ecendeyên partîtî bidin pêş ecendeya neteweyî, eger gelê me di bin alên serokan de bicivîn, ne di bin ala neteweyî de, eger ku em li ser erdhejên olî, êlî, navçeyî û zaravî bijîn, gelo ma ê ne bêheşî be ku em evan keysan ji dest xwe berdin?
Lê tiştekî dî heye: Gelo, ma ramyrî tenê danûstandina bi rewşa hevdemî re ye? Ma pêwîste ku ramyar her dem dîlê mercên serdemî be? Ma ne divyaye ku ramyar gel amade bikin- di warên çandî, sincî, civakî, aborî, ramyarî û leşkerî de- da ku karibe mercên nû pêk bîne, û rewşeke nû pêk bîne? Eger ku ne wena bû ya, ma çawa Corc Waşintin û hevalê wî dewleta Emerika, ji deverên di bin destên inglîz de, damezradana? Ҫawa Pismark dewleta Alman ji 38 mîrnîşanên cuda avakir? Çawa Mehatma Xandî welatê Hindistanî ji dest Inglîz rêzgar kir?
Ey ramyarên  me ên rêzdar! Bi qaserî ku mirov dizane dêşe, û bi qaserî ku dêşe dipeyive, û pêwîste ez ji we re û ji gelê me re zengilan bileqînim, û hêvîdarim ku hûn bala xwe hinekî li min dirêj bikin, ez dixwazim bibêjim: Geştiya me ya neteweyî bi rêya şaş de dere, hin kapitanên wê bi bûselên partîtî rêyan dinasînin, hinan din bi bûselên aydiyolocî dinasînin, mixabin bûsela neteweyî dane hêleke dî.
Ne wena tenê jî, tiştê metirsîtir ewe, ku dagîrkeran keysa hevdijîtiyên me, û nehabûna rehberî ya me ya neteweyî, ne-habûna pirojeya me ya neteweyî, bi kar anîne, û geştiya me ya neteweyî ji dest me girtine, bi rîmotkontrolê bi rêya şaş de dibin, dûrî pirsgirêka me ya bingehî “rêzgariya kurdistanê” dajon.  
Berpirsyarî Berdêla Mezinahiyê Ye:  
Raste, dîmena rewşa me hinekî tariye, em hîn di xaneya revderbûna ehrîmanî de ne, lê tevî vê jî ez karim bibêjim: Baweriya gelê me ku ew (kurd)e, û ew xwedîyê (kurdistan)ê ye, behaneyeke berbiçave ku her tişt ji dest me neçûye, û dagîrkeran nikarîbûn hizra me ya neteweyî têk bibin, û divyaye em- bi lez- pirojeya xwe ya kurdistanî ava bikin.
Ey ramyarên me ên rêzdar! Eva keyseke dîrokî ye, divyaye em ji dest xwe bernedin, di pêşî de ev bara dikeve ser milên we, û ji bîra mekin ku- wek Tişêrşêl gotî- “ Berpirsyarî berdêla mezinahiyê ye”. Lewre, ecendyên partîtî medin pêş ecendeya neteweyî, erê, rola tevger û partiyan di pêvajoya rêzgariyê de giring, lê berpirsyariya neteweyî dike ku her partiyek û serokek ecendeya kurdistanî bincil neke, dem ne dema ezezîtiyê ye.
Bê guman pirsgirêkên me gelekin, ji hêlekê de pirojeyên navçeyî em kirine armanca tîrkevanên xwe, ji hêleke dî de gulobalî çand û nirxên me dadiqurtîne, li hember evan metirsiyan divya ye em gelê xwe biparêzin, divyaye her partiyek nerîna xwe ye ramyarî bixe bin lêvegerineke giştî û bingehî, û li gor pirojeya rêzgariya kurdistanê nerîna xwe damezrîne. 
Ey ramyarên me ên rêzdar! Bidestxistina heft pêkanîna ê destnîşanek be ku hûn ji xendeka partîzaniyê derbasî xendeka kurdistaniyê bûne, ewan jî evin:
1 – Kombûna partiyên her parçakî kurdistanê di bin sîwana desteyeke bilind de.
2 – Damezrandina (kon geleke) kurdistanî, û avakirina rehberiyeke kurdistanî.
3 – Avakirina hizra kurdistanî a resen u gelemper.
4 – Yekbûna zimanekî kurdistanî î gelemper.  
5 – Nû-avakirin çanda kurdistanî di rêya rêzgariyê de.
6 - Bikaranîna ragihandina kurdistanî di rêya rêzgariyê de.
7 - Bikaranîna aboriya kurdistanî di rêya rêzgariyê de.
Bi evan pêkanîna hûn karin dîrokeke gewre û rûmet bi cih bînin, û cihê xwe di bîreweriya gelê me de bistînin, nifşên me ê ji we hînî serbilindiyê bin, ê bibêjin: Wa binerin çawa pêşiyên me ji belawela yê derbsî yekbûnê bûn, ji tariya Ehrîmanî derbasî ronahiya Ahuramezdayî bûn, têkçûn kirin serkeftin, bingeha neteweyeke serbixwe, piştî 25 salan, damezrandin.
Erê, em- ramyar û rewşenbîr- ê li dadgeha dîrokê amadebin.
Tirsa min ewe ku biryara xwe li ser me sert be.
Çi dibe jî, pêwîste Kurdistan were rêzgarkirin! 
12 – 4 - 2013
Av gotara a dawiyê ye di va zicîrê de.
Û berê bi zimanê erebî hatibû weşandin.
 
Feqî Kurdan (Dr. Ehmed Xelîl)


ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.