Keça Nesredîn Berhik: Bavê min ji min re got ewên ku gule berdanê Apoçî bûn

2013-03-10

 
Kê Nesredîn Berhik kuşt?

Keça Nesredîn Berhik: Bavê min ji min re got ewên ku gule berdanê Apoçî bûn

PYD: Ew nav bi dû me dixin

Yûsiv Ehmed – Rengîn Rojavayî

Dihok (Rûdaw) – Salek di ser kuştina bavê wê re derbas bûye, lê niha jî gava behsa bavê xwe dike, hêsir ji çavên wê tên xwarê û çavên wê sor dibin:

“Xewna bavê min bi cih hat, gava mir gellek kes li dora wî kom bûn.” Koçer Nesredîn Berhik ji bilî PYDê ti aliyekî din bi kuştina bavê xwe tewanbar nake, lê berpirsên PYD vê tometê didin mendelê.

Roja 13.02.2012ê endamê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nesredîn Berhik dema ji civîneke partiya xwe ji Qamişloyê vedigeriya gundê xwe li Dêrikê, di rê de gule lê hatin berdan û birîndar bû. Roja 22.02.2012ê li nexweşxaneyeke bajarê Helebê jiyana xwe ji dest da.

Kê ew kuşt?

Weke ku keça wî behs kir, Nesredîn Berhik piştî amadebûna civîneke partiya xwe li Qamişloyê kete rêya malê, lê di rê de li nêzîkî gundekî Ereban ket ber fîşekan û hat birîndarkirin, piştre xelkê deverê diçin hewara wî û wî dibin nexweşxaneyeke Qamişloyê, lê ji ber giraniya birîna wî, wî dibin Helebê.

Koçer zû bi zû hêsirên çavên xwe paqij dikirin û digot: “Bavê min telefon kir û got ez li Helebê me. Dengê wî bi tevahî guherî bû. Min jê re got te serma girtiye, got na, birîndar bûme.” Koçer, ku yekser diçe nexweşxaneyê ba bavê xwe, jê dipirse kê gule berdane wî, wî jî gotiye: “Çend kesên rûnuxamndî bûn, Apoçî bûn.”

Car bi car dengê çepikan û lîlandinan bilind dibû, nemaze gava sekreterê PDKS, Ebdilhekîm Beşar, got: “Ewên ku rewatiyê ji rêjîmê werdigirin, em wan weke kujerên Berhik dibînin.” Beşar ev gotin di salvegera kuştina Nesredîn Berhik de li Kampa Domîz kir.

Beşar ji Rûdawê re got: “Ji bilî YPGê û PYDê em kesekî din bi kuştina Berhik tawanbar nakin, wan gef lê xwaribû, daxuyanî li dijî wî derxistibûn, girtibûn ser mala wî.”

Lê nûnerê PYDê li Hewlêrê Mihemed Reşo red kir ku destê wan di kuştina Berhik de hebe û got: “Ew nav bi dû me dixin û armancên wan ên siyasî hene. Li Sûriyê îro bi sedan tawanên kuştinê yên nediyar hatine kirin, kuştina Berhik jî yek ji wan tawanan e.”

Beşar PYDê rexne dike û dibêje: “Ew dibêjin me Nesredîn nekuştiye, lê ti belgeya wan nîne. Eger rêjîma Beşar Esed bikeve, emê kujerên Berhik bidin dadgehê.” Lê Mihemed Reşo got: “Eger belgeyên wan hebin, bila me bidin dadgehê.” Derbarê gotina keça Nesredîn Berhik, ku dibêje li nexweşxaneyê bavê wê jê re gotibû ewên ku fîşek berdabûnê Apoçî bûn, Reşo got: “Bila wê gotina bavê xwe tomar bikira û bidaya dadgehê.”

 



ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.