Pênûsa Nû hejmara 10an derket

2013-03-07

 

Hejmarek nû tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 10an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.
 
Di hejmara 10an de çîrok, gotar, dîrok, helbest û gelek celebên din ên gelek nivîskaran hene, mîna lêkolînan û bîr û boçûnan.
 
Gelek nivîskarên mîna; Hoşeng Broka, Lewend Dalînî, B. Cigerxwîn, Xebat Şakir, Bêwar Barî Teyfûrî, E.Baqî Huseynî, Arşevê Oskan, Heyder Omer, Eskerê Boyik, Celal Mihemed Emîn, Ehmed Mistefa, F. Yakoub, Kemal Tolan û gelek nivîskarên din di rojnamê de nivîsandine. Her wisa ji zargotina kurdan me çîroka ‘’ Biratiya Rovî û Şojî’’ belav kiriye.
 
Me vê carê ‘’Ji folklora kurdî"  gelek metelokên curbecur û hin jî yên zarok û jinan ji we re weşandine.
 
Her wiha me Lêkolînek dirêj di derbarê helbesta kurdî de ji nivîskar Heyder Omer re weşandiye. Û çîrokên Lewend Dalînî û Eskerê Boyik. Her wiha ji bo roja Zimanê Dayikê me hin gotar weşandine.
 
Di vê jimarê de nivîskarê kurd Can Kurd jî tev li malbata ‘’Pênûsa Nû’’ bû û dest bi quncika bi navê ‘’Tîravêjan’’ kir.
 
Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve tên, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê şêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.
 
 
 
Zimanê me, hebûna me ye.
 
 
 
 
07.03.2013
 
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’
 
المرفقالحجم
Pênûsa nû -10- k.pdf‏988.33 ك.بايت


ارسل تعليق

محتويات هذا الحقل سرية ولن تظهر للآخرين.